Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG) rapora xwe ya mirinên ji ber kar a sala 2025an weşand.
Li gorî rapora Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG) di sala 2025an de herî kêm 2 hezar 105 karker di dema karkirinê de mirin e. Piştî pandemiyê daneyên herî bilind ên mirinên karkeran e.
Tirkiye li Ewropa û cîhanê yekem welate ku rêjeyên mirinê yên têkildarî kar ên herî bilind e li xwe digire. Li gorî Îstatîstîkên Qezayên Karî ên Ewropayê a Eurostatê (ESAW) di sala 2023an de li 27 welatên Yekîtiya Ewropayê 3 hezar û 298 kes si dema karkirinê de mirin e. (Saziyê daneyên 2024 û 2025an hîn neweşandin e). Serjimêriya YEyê berî ku Bulgaristan û Romanya tevlî bibin nêzîkî 450 milyon bû.
Li gorî daneyên Meclîsa ISIGê di 10 salên dawî de mirinên di dema karî de pêk hatine weha ne:
Di sala 2014an de 1886, di sala 2015an de 1730, di sala 2016an de 1970, di sala 2017an de 2006, di sala 2018an de 1923, di sala 2019an de 1736, di sala 2020an de 2427, di sala 2021an de 2170, di sala 2022an de 1843, di sala 2023an de 1932 û di sala 2024an de 1897 karker mirin e.
Rojane herî kêm 6 karker mirin e
Meclîsa ISIGê ji sedî 67ê mirinên ku di sala 2025an de hatine tomarkirin ji çapemeniya neteweyî û ji sedî 33 jî ji hevkarên karkeran, malbat, sendîka, bijîşkên cihê kar, pisporên ewlehiya kar, çapemeniya herêmî û agahdariyên cûrbecûr berhev kiriye.
Di sala 2025an de 2 hezar û 105 karker di dema karkirinê de mirin e. Dabeşkirina wan li gorî mehan weha ne:
Di meha Kanûna Paşiyê de 180, di Sibatê de 129, di Adarê de 158, di Nîsanê de 158, di Gulanê de 178, di Hezîranê de 161, di Tîrmehê de 212, di Tebaxê de 196, di Îlonê de 208 di meha Cotmehê de 171, di meha Mijdarê de 219 û di meha Kanûna Pêşîn de 135 karker di dema karkirinê de mirine.
Li gorî van daneyan rojane herî kêm 6 karker di dema karkirinê de mirine.
Ji 2 hezar û 105 karkeran jê 691 karker di sektora pîşesaziyê de, 521 di sektora avahîsaziyê de, 478 di sektora xizmetê de û 415 karker jî di beşa çandiniyê de mirine.
Di 2025an de 94 zarok di dema karî de mirin
Meclîsa ISIGê ragihand ku mirinên zarokên karker di du salên dawî de bi lez zêde bûne: Di sala 2024an de 71 zarok di dema karkirinê de mirin e. Ev hejmar di sala 2025an de gihîştiye 94an.
Daneyên ku li gorî temen derketine pêş ev in
o 14 û kêmtir 26 zarok,
o Yên temenên wan di navbera 15-17yan de 68 zarok/ciwan,
o Yên temenên wan di navbera 18-29an de 382 ciwan,
o Yên temenên wan di navbera 30-49an de 874,
o Yên temenên wan di navbera 50-64an de 558,
o 65 û berjortir 126 karker
o Temenên 71 karkeran nehatiye diyarkirin.
Jin û koçber
Li gorî raporê di sala 2025an de ji karkerên ku mirine jê 138ê wan jin bûn. Meclîsa ISIGê diyar kiriye ku piraniya wan mirinan di beşa çandiniyê de pêk hatine.
Her weha li gorî raporê di sala 2025an de 91 koçber/penaber di dema karkirinê de mirin e.
Ji karkerên ku mirine jê 50(ji sedî 2,37) endamên sendîkayê bûne, 2055(ji sedî 97,63) karker jî tu endamtiya wan a sendîkayek nebû.
(HA/AY)
