Her biryareke taloqkirina tehliyekinê, mafê azadiya Mehmet Sait Yildirim binpê dike û tenduristiya wî têk dibe
Dema diyarkirî ya ji bo berdana girtiyê nexweş ê giran Mehmet Sait Yıldırım 25ê Tebaxê ye û kêlî bi kêlî nêzîk dibe. Berdana Yildirimê ku du caran hate taloqkirin dê vê carê pêk bê an na? Malbat û xizmên wî ku 33 sal in li benda wî ne, him hêvîdar in him jî fikarên wan hene.
Diviyabû Yildirim sal nîvek berê bişert bihata tehliyekirin, berdana wî bi biryara Desteya Çavdêriyê ya Rêvebiriya Girtîgehê du caran hat taloqkirin. Tevî ku mafê wî ê berdana bişert di 27ê Sibata 2025an de bû, berdana wî berê ji bo 27ê Kanûna Pêşîn a 2025an û piştre jî bo 25ê Tebaxa 2026an hat paşde xistin. Desteyê di herdu biryarên taloqkirinê de weke hêcet gotiye ku Yildirim “qeîde û rêpîvanên girtîgehê pêk neanîne” û “poşman nebûye”.
Girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim dîsa nehat berdan
Pirsname û serlêdana Ayşegul Doganê
Roja tehliyeya a Yildirim careke din nêzîk bûye û Parlamentera Şirnexê û Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê bi daxwaza ku Wezîrê Dadê bibersivîne pirsnameyeka nivîskî pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê kir. Her weha Doganê serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Parlamentoyê jî da û xwest ku rewşa tenduristiyê ya Yildirim û pêvajoya cezê li gorî mafê jiyanê û mafê tenduristiyê bête lêkolînkirin.
Tevî ku bi ser dîroka berdanê re meh derbas bûne jî tenê salname neguheriye li gorî raporên tenduristiyê yên ku di serlêdanên Doganê de cih girtine, bi taloqkirina berdanê re rewşa tenduristiyê ya Mehmet Sait Yildirim jî girantir û xirabtir bûye.
Doganê di serlêdanên xwe de ragihandiye ku nexweşiyên dil, hîpertansiyon, KOAH, hişkbûna demaran, fitiqa stû û nexweşiya pişikan bi Yildirim re hene. Doganê bal kişandiye ser wê yekê ku Yildirim êdî nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi başî pêk bîne û axaftina wî giran bûye û di şert û mercên girtîgehê de nikare birêkûpêk bê dermankirin.
Rewşa Mehmet Saît Yildirimê ku di hucreya yekkesî de tê girtin, girantir dibe
Xwîn avêtiyê ser çavê Yildirim
Li gorî dosyeyê, pirsgirêkên tenduristiyê yên Yildirim tenê bi vê re sînordar nîne. Hat ragihandin ku di destpêka meha Tîrmehê de xwîn avêtiye çavê rastê ê Yildirim û bi awayekî lezgîn birine nexweşxaneyê. Lê di dema birinê de xwestinê destê wî kelemçe bikin û bi wî awayî kontrola wî ya tenduristiyê pêk bîne. Hatiye gotin ku tevî ku bi ser de hefte derbas bûne, pirsgirêkên wî yên dîtinê berdewam dikin û kontrolên wî yên tenduristiyê nehatine kirin. Her wiha pêvajoya diyarkirin û dermankirina birînên ku di laşê wî de çêbûne jî hatiye paşxistin.
Ayşegul Doganê di pirsnameya ku pêşkêşî Parlamentoyê kirî de tenê behsa rewşa tenduristiyê ya Mehmet Sait Yildirim nekiriye, pêkanînên Desteyên Çavdêriyê ya Rêvebiriyên Girtîgehan jî xistiye rojevê. Di pirsnameya xwe de pirsî ku gelo dê berdana Yildirim careke din bête nirxandin an na, ji bo pêkanînên di dema sewqa nexweşxaneyê de lêpirsîn hatiye vekirin an na, di salên dawî de hejmara girtiyên ku bi hinceta ““qeîde û rêpîvanên girtîgehê pêk neanîne” û “poşman nebûye” berdana wan hatine taloqkirin çend e û ji van çend kes nexweşên giran in û gelo dê pêkanînên heyî ji ber çavan bêne derbas kirin an na.
Doganê di serlêdana xwe ya ji bo Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan de jî xwest ku rewşa tenduristiyê ya Yildirim li girtîgehê bê lêkolînkirin, dbê nirxandin ku gelo ji aliyê tibbî ve mayîna wî ya di girtîgehê de pêkan e an na, derengxistina dermankirina bê lêkolînkirin û her weha Doganê xwest ku şert û mercên gehiştina bênavber a xizmetên tenduristiyê bê sazkirin.
Girtiyê siyasî Mehmet Saît Yildirim: Derkevin û bi eşkereyî bibêjin "me îdam kir"
“Bi eşkereyî bibêjin me îdam kir"
Yildirim, piştî ku tehliyeya wî cara duyam hate taloqkirin bi bianetê re axivîbû û biryarên Desteya Çavdêriyê a Girtîgehê weha rexne kiribû:
"Min di sala 1996an de cezayê darvekirinê(îdam) stend. Cezayê min ê îdamê ji bo cezayê heta hetayî yê girtîgehê hate guhertin. Piştî 30 salan, divê ez bihatama berdan, lê bernadin. Sekn û helwesta min weke hêcet didin nîşandan û berdana min cara duyemîn tê paşxistin. Her weha min di lijneyê de jî got, hûn di rastiyê de dixwazin ku biryara îdamê pêk bînin. Heke hûn dixwazin ewqas zêde cezayê îdamê pêk bînin, bi merdî tevbigerin û li hewşê sêdarê deynin û darve bikin da ku ez bizanibim cezayê îdamê li min hatiye birîn û hûn jî bi eşkereyî bêjin 'me îdam kir.'"
Meh di ser de derbas bûn, tenê azadiya Yildirim ji destê wî nestandin; gava ku berdana wî careke din hat taloqkirin, nexweşiyên nû li ser nexweşiyên wî yên kronîk zêde bûn. Niha bi xetereya dîtinê re rûbirû ye, çavê wî baş nabîne û neçar ma ku ji bo astengiyên li pêşiya dermankirinê têbikoşe.
Êdî li benda 25ê Tebaxê ne. Biryara wê rojê dê tenê ji bo azadiya Mehmet Sait Yildirim nebe. Di heman demê de, wê ev pirs jî bên nîqaşkirin: Gelo Hesabê biryarên “qeîde û rêpîvanên girtîgehê pêk neanîne” yên ku rasterast bandorê li jiyan û tenduristiya girtiyên nexweş ên giran dikin, dê li kesên ku ev biryar dane were pirsîn an na? Kî dikare mafê biryardana li ser vê yekê bide ku girtî dê çend rojan kêm bijîn? Girîng e ku em van pirsan ji niha ve bînin rojevê.
Girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim piştî anjiyoyê dîsa birine hucreyê
Tiştekî bi navê “Erka Pozîtîf” a dewletê heye
Rejîma mafan çiqas paşde çûbe jî, li gorî qanûnên heyî berpirsiyariya dewletê ne ceribandina îradeya girtiyan e; berovajî wê, parastina maf û tenduristiya wan e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryarên xwe di çarçoveya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) de bi taybetî li ser 'Mafê Jiyanê' (Xala 2) û 'Qedexeya Îşkence û Miameleya Xirab' (Xala 3) ava dike.
DMME destnîşan dike ku erka dewletê tenê nekirina êşkenceyê (erka negatîf) nîn e. Erka pozîtîf a dewletê ew e ku tenduristiya girtiyan biparêze, dermankirina bijîşkî di dema xwe de û bê kêmasî pêk bîne û di nexweşiyên kronîk û giran de mercên girtîgehê nerm bike an jî cezê taloq bike. Ji ber vê yekê, astengkirin an jî derengxistina dermankirinê ji aliyê DMMEyê ve rasterast di çarçoveya “nêzîkatiyeke nemirovane ango biçûkxistî” tê nirxandin.
Gelo ev prensîb di pratîkê de ji bo hemû girtiyên nexweş ên giran ên li Tirkiyeyê pîvana bingehîn a hiqûq û mafên mirovan e an na? Ev yek dê di 25ê Tebaxê de bi biryara berdana Mehmet Sait Yildirim re careke din diyar bibe.
Çi bûbû?
Yildirim di Sibata 1995an de hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) ve cezayê heta hetayê lê hate birîn.
Li ser daxwaza Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di 15ê Adara 2015an de Yildirim di çarçoveya “Peywira sekreteryayê” de biribûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. 9 roj piştre di 25ê Adarê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên weke dil û KOAH yên Yildirim, ew ji Îmraliyê anîbûn Girtîgeha Tîpa F a Boluyê.
Ji ber nexweşiya dil, Yildirim pêşî bo Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Boluyê, paşê ji bo Girtîgeha Tîpa D ya Amedê û Tîpa T ya Odemişê hate veguhastin. Di 6ê Îlona 2018an de ji bo Girtîgeha Jimare 1 a Kiriklar hate veguhastin. Bi salan e bi "fermana Wezaretê" de di hucreya yekkesî de tê girtin.
Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yildirim yên wekî fitiqa sitû, tansiyona bilind, nexweşiya dil a arteriosklerotîk, KOAH û nexweşiya demaran heye.
(AEK/AY)