Girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim (74) niha li Girtîgeha Tîpa F a Bi Hejmar 1 a Kiriklara Îzmîrê tê ragirtin. Yildirim 31 sal in di girtîgehê de ye. Tehliyeya wî careke din ji aliyê Lijneya Çavdêriyê a Girtîgehê ve hat astengkirin.
Yildirim bi salan e di hucreya yekkesî de bi tena serê xwe tê ragirtin. Cezayê li Yildirim hatiye birîn di 27ê Sibata 2025an de bi dawî bû. Her weha tevî vê yekê ji ber ku poşman nebû nehat berdan û tehliyeya ji bo 9 mehan hatibû taloqkirin.

Girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim dîsa nehat berdan
Mehmet Saît Yildirim dê di 25ê Tebaxa 2026an de careke din were nirxandin.
Yildirim 8 sal in li Girtîgeha Bi Hejmar 1 a Kiriklarê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Parêzerên Yildirim sedemên ku ji bo paşxistina tehliyeyê tên nîşandan weke "kêfî û bê bingeh" nirxandin.
Axavtina li ser telefonê weke hêcet hatiye nîşandan
Yek ji sedemên ku ji Yildirim re hatiye ragihandin, axavtina wî ya bi telefonê a bi xwarziyê wî Onder Yildirim re ye. Ji ber ku Yildirim di axavtina telefonê de ji bo saziyek çapemeniyê gotinên weke "televîzyona me, rojnameya me" bikaranîye, lijneyê wisa şîrove kiriye ku "têkiliyên wî bi rêxistinê re didome". Her wiha lijneyê ev axavtin wisa nirxandiye ku Yildirim malbata xwe arasteyî rêxistinê kiriye.
Sedemeke din fotograf e
Ji ber ku wêneyên Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemezê li dîwarê qawişa Yildirim daliqandî bûye, lijneyê ev jî weke hêcet nîşan daye ku Yildirim serbest nebe. Parêzera Yildirim, Fatma Demirerê, bi bîr xist ku serjimêrî rojane li qawişan tên kirin û erkdarên girtîgehê jî vê yekê weke pirsgirêk nabîne. Li gorî Demîrerê ev wêne berî ku Yildirim jî bo vir were veguhestin, li dîwarê qawişê daliqandî bûye. Demîrerê got ku wêne heta wê rojê ji bo rêveberiya girtîgehê pirsgirêk nebû û ji bo vê jî tu gilî û gazincek nehanîn ziman. Lêbelê di civîna lijneyê de ji bo Yildirim serbest nebe ev wêne hat pêşkeşkirin û weke sedem hat nîşandan. Û Demîrerê got ev helwesteke keyfî ye.

Rewşa Mehmet Saît Yildirimê ku di hucreya yekkesî de tê girtin, girantir dibe
Sedemek din a taloqkirinê gotina Seyit Riza bû
Sedemeke din a bipaşxistina tehliyeya Yildirim gotina Seyit Rizayê bû ku ew gotin gelek navdar e û carnan siyasetmedarên serbi desthilatê jî bikar tînin: “Ez li hemberî hîle û derewên we bi ser neketim, ev ji min re bû derd, lê belê min jî serê xwe li ber we netewand, bila ew jî ji we re bibe derd". Yildirim vê gotinê dema cara yekem tehliyeya wî taloq dibe ji bo dilê birayê xwe Hesen Yildirim ku mehek berê ji ber krîza dil koça dawî kir, şa bike bikartîne. Lêbelê lijne vê gotinê jî wisa dinirxîne ku têkiliyê Yildirim bi rêxistinê re hê didome û ev gotin weke hêcet li biryarê zêde kir.
"Rapora ku nikare bi tena serê xwe bimîne"
Parêzer Demirerê bi bîr xist ku Yildirim di nav pênc girtiyan de bû ku 10 sal berê li ser daxwaza Abdullah Ocalan ji bo Girtîgeha Îmraliyê hatibûn şandin. Piştî neh rojan, ji ber ku tenduristiya wî ji bo şert û mercên giravê ne guncaw bû, dîsa li wir hate veguheztin. Demirerê destnîşan kir ku Yildirim ji wê rojê ve di hucreya yekkesî de tê ragirtin û wiha domand:
"Du raporên nexweşxaneyê yên cuda hene ku dibêjin ew nikare bi tena serê xwe bimîne. Tevî vê yekê, ji roja ku ew anîne Îzmîrê heta niha bi tenê tê ragirtin. Dema ku birayê wî meha borî ji ber krîza dil koça dawî kir, li ser daxwaza me kesek bi awayekî demkî li cem wî bicih kirin. Ew kes jî di 18ê Mijdarê de dîsa birin. Niha dîsa di hucreya yekkesî de bi tenê tê ragirtin. Me ji bo vê yekê îtîraz kir, lê me hîn jî bersivek wernegirtiye."

Girtiyê nexweş Mehmet Saît Yildirim piştî anjiyoyê dîsa birine hucreyê
“Bi eşkereyî bibêjin me îdam kir"
Yildirim, bi rêya parêzera xwe Demirerê ji bianetê re ev nirxandin kir:
"Min di sala 1996an de cezayê darvekirinê(îdam) stend. Cezayê min ê îdamê ji bo cezayê heta hetayî yê girtîgehê hate guhertin. Piştî 30 salan, divê ez bihatama berdan, lê bernadin. Sekn û helwesta min weke hêcet didin nîşandan û berdana min cara duyemîn tê paşxistin. Her weha min di lijneyê de jî got, hûn di rastiyê de dixwazin ku biryara îdamê pêk bînin. Heke hûn dixwazin ewqas zêde cezayê îdamê pêk bînin, bi merdî tevbigerin û li hewşê sêdarê deynin û darve bikin da ku ez bizanibim cezayê îdamê li min hatiye birîn û hûn jî bi eşkereyî bêjin 'me îdam kir.'"
"Min du mîrate dewirgirtin"
"Hûn bi nexweşiyên min ên kronîk dizanin, raporên min li ber destê we ne. Hûn dixwazin min di girtîgehê de bikujin û kuştina min jî weke mirinek xwezayî nîşan bidin. Di rastiyê de hûn dixwazin bi rêya mirina xwezayî cezayê îdamê pêk bînin. Di qanûna cezê de tiştek weha nîne. Wekî rêveberiya cezê tu tenê erkdarê wê yekê ye ku cezayê hatiye birîn pêk bîne. Min ji malbata xwe du mîrate/mîras wergirtin. Yek jê nexweşiya dil a kronîk e. Ji ciwanên me heta kal û pîrên me nexweşiya wan a dil heye. Ya duyemîn, rûmeta min a ku min ji bav û kalên xwe girtiye. Ez li vir bimrim jî ez ê rûmeta xwe binpê nekim û bi rûmet ji vir derkevim. Bi awayekî din jî ez dernakevim. Divê her kes bizanibe ku "Tu hêz nikare îradeya şoreşgerekî ku xwedî îdeolojiyan e û hemû jiyana xwe fedayê azadiya gelê xwe kiriye, bişkîne."
Çi bûbû?
Yildirim di Sibata 1995an de hate girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê (DGM) ve cezayê heta hetayê lê hate birîn.
Li ser daxwaza Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, di 15ê Adara 2015an de Yildirim di çarçoveya “Peywira sekreteryayê” de biribûn Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê. 9 roj piştre di 25ê Adarê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên weke dil û KOAH yên Yildirim, ew ji Îmraliyê anîbûn Girtîgeha Tîpa F a Boluyê.
Ji ber nexweşiya dil, Yildirim pêşî bo Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Boluyê, paşê ji bo Girtîgeha Tîpa D ya Amedê û Tîpa T ya Odemişê hate veguhastin. Di 6ê Îlona 2018an de ji bo Girtîgeha Jimare 1 a Kiriklar hate veguhastin. Bi salan e bi "fermana Wezaretê" de di hucreya yekkesî de tê girtin.
Pirsgirêkên tenduristiyê yên Yildirim yên wekî fitiqa sitû, tansiyona bilind, nexweşiya dil a arteriosklerotîk, KOAH û nexweşiya demaran heye.
(AB/AY)






