Îsraîlê bi ÎHA’yan êrişî Fîloya Sumudê ya Kûrewî kir ku hewl dide alîkariya însanî bigihîne Xezeyê.
Li dijî Fîloya Sumudê ya Global ku ji bo balê bikişîne ser krîza însanî ya li Xezeyê û alîkariyê bi rê ketibû, bi Balafirên Bêmirov (ÎHA) êriş hate kirin. Fîloya ku ji 44 dilxwazan û ji 50 keştiyan pêk tê, hewl dide alîkariya xurek, derman û amûrên însanî bigihîne Xezeyê.
Di saetên şevê de li dijî fîloyê bi droneyan êrişa bombeyên deng û kîmyewiyên nehatine pênasekirin hate kirin û hat zanîn ku xisar gihiştiye du keştiyan.
Fîloyê jî têkildarî êrişê daxuyanî da û got ku ew bibiryar in ku xwe bigihînin Xezeyê û banga piştevaniyê kir.
Fîloya Sumudê a Kûrewî
Fîloya Sumudê a Kûrewî (Global Sumud Flotilla), bi piştgiriya nêzîkî 50 welatan ji bo nîşandana hevgirtinê bi Filistînê re û şikandina dorpêça Îsraîlê hatiye avakirin. Keştiyên serbi fîloyê di 31ê Tebaxê de ji Barcelonaya Spanyayê ber bi Xezeyê ve bi rê ketin. Keştiyên ku ji Spanyayê bi rê ketin, di 7ê Îlonê de gihîştin Tunisê.
Niha li peravên Girîtê, 35 keştî rêwîtiya xwe ya ber bi Xezeyê didomînin.
(AY)
