Erdogan paşve gav avêt: Biryara girtina Zanîngeha Bilgiyê hat betalkirin
Serokkomar Recep Tayyip Erdogan biryara ku destûra xebatê ya Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê ya ku qeyûm ji bo weqfa wê ya avakar re hatibû tayînkirin betal dikir, ji meriyetê rakir.
Zanîngeha Bilgiyê bi îmzeya Erdoğan hat girtin
Ev biryar di Hejmara Îro ya Rojnameya Fermî de hat weşandin. Di biryarê de weha hatiye got in:
"Li ser nivîsa Serokatiya Lijneya Bilind a Perwerdeyê û li gorî xala 11an a pêvekirî ya Qanûna Perwerdeya Bilind a bi hejmara 2547an; biryara Serokkomariyê ya di dîroka 21/5/2026an de û bi hejmara 11384an ku destûra xebatê ya Zanîngeha Bilgiyê ya Stenbolê ya ku qeyûm dabûn ser weqfa wê ya avakar betal dikir, hat rakirin."
Zanîngeha Bilgiyê, di 21ê Gulanê de bi biryara Serokkomar a ku di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin hatibû girtin. Xwendekaran ji 21ê Gulanê vir ve biryara girtina dibistana xwe protesto dikirin û ji bo neyê girtin çalakî li dar dixistin.
Li Zanîngeha Bilgiyê roja sêyem: Gelek kes hatin desteserkirin
(HA/AY)