Erdheja Venezuelayê: Hejmara kesên di erdhejê de mirine gihîşt 3685an
Di 24ê Hezîrana 2026an de du erdhejên bi pileya 7,2 û 7,5an ku li nêzî Karakasê paytexta Venezuelayê pêk hatin. Rayedaran aşkere kirin ku di erhejan de hejmara qurbaniyan gihîşt 3 hezar û 685an û ya birîndaran jî derketiye 16 hezar û 740an.
Serokê Meclisa Neteweyî ya Venezuelayê Jorge Rodriguez, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir û derbarê rewşa dawî ya herêma erdhejê de agahî dan.
Rodriguez diyar kir ku hejmara navendên stargehên demkî yên ku ji bo welatiyên xaniyên wan hilweşiyane hatine avakirin gihîştiye 87an û heta niha zêdetirî 9 hezar û 603 ton alîkariya xwarinê gihandiye mexdûrên erdhejê.

Li Venezuelayê bi pileya 7.5 û 7.2an li pey hev du erhejên mezin çêbûn
Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya herêmî de cih girtine, li eyaleta La Guairayê ya ku herî zêde erdhejê lê bandor kiriye, xebatên rakirina kavina berdewam dikin. Xwebexş jî piştgiriya xwarin, tenduristî û hewcedariyên bingehîn digihînin mexdûrên erdhejê yên ku di konan de dimînin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê saziyên navdewletî jî piştgiriyê didin xebatên alîkariya mirovî yên li herêmê. Heyva Sora Tirk, bi hevkariya Xaça Sora Venezuelayê, li kampa konan a ku li herêma Playa Grandeyê ya ser bi eyaleta La Guairayê ve hatiye avakirin, 500 pakêtên hîjyenê li mexdûrên erdhejê belav kirin.
Li Venezûêlayê ji bo qurbaniyên erdhejê 7 roj şîn hat ragihand
Çi bûbû?

Di 24ê Hezîranê de Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) ragihandibû ku li Venezuelayê du erdhejên li pey hev ên bi pileya 7,5 û 7,2an rû dabûn. Her weha di navbera her du erdhejan de tenê 39 çirke hebûn.
USGSê piştî erdheja ku pêşî ragihandibû mezinahiya wê 7,1 e, agahiyên nû parve kiribû.
USGSê eşkere kir ku li Venezuelayê, 23 kîlometre li başûrê rojhilatê bajarê Yumare yê ser bi eyaleta Yaracuyê ve bi mezinahiya 7,5 û 24 kîlometre li bakurê rojhilatê bajarê San Felipe yê ser bi heman eyaletê ve jî bi mezinahiya 7,2 du erdhejên li pey hev rû dane.
Hate zanîn ku kûrahiya erdheja Yumareyê 10 kîlometre û ya San Felipeyê jî 21,9 kîlometre ye.
Seroka Dewletê ya Demkî ya Venezuelayê Rodriguez, piştî du erdhejên mezin rewşa awarte (OHAL) ragihandibû.
(EMK/AY)