Li Venezûêlayê ji bo qurbaniyên erdhejê 7 roj şîn hat ragihand
Li Venezûêlayê ji bo kesên ku di erdhejên 24ê Hezîranê de mirine, li seranserê welat 7 roj “şîna neteweyî” hat ragihandin.
Li Venezuelayê du erdhejên li pey hev ên bi pileya 7,5 û 7,2an rû dabûn. Di navbera her du erdhejan de tenê 39 çirke hebûn. Hejmara kesên ku di wan erhejan de mirine gîhaşt 2 hezar û 295an û hejmara kesên winda ne jî ji 68 hezarî derbas kirin.
Li Venezuelayê bi pileya 7.5 û 7.2an li pey hev du erhejên mezin çêbûn
Seroka Dewletê ya Demkî ya Venezûêlayê Delcy Rodríguezê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û diyar kir ku welatê wê ji ber van erdhejan di nav “kesereke kûr” de ye û wiha got:
“Îro em xema wan malbatan parve dikin ku hezkiriyên xwe winda kirine; ji bo birîndar, windabûyî û hemû civakên ku ji vê karesatê bandor bûne jî em duayan dikin. Ji bo rêzgirtina li bîranîna qurbaniyan, min biryar da ku ji îro saet 18:00’an pê ve 7 roj Şîna Neteweyî bê ragihandin. Di van rojên tije xemgînî de, ez hemû kesên ku ev trajedî jiyane hembêz dikim û soza xwe ya ji bo parastin û piştgiriya wan nû dikim.”
26 hezar karmendên Venezûêlayê li qadê ne
Her weha li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) rayedaran piştî erdhejan alîkariya mirovî gihandin zêdetirî 80 hezar û 800 malbatan.
Di çarçoveya xebatên hawarçûnê yên li herêmê de, bi giştî 26 hezar û 121 karmendên Venezûêlayê li qadê dixebitin. Her weha 3 hezar û 660 pisporên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji welatên din hatine, 148 kûçikên perwerdekirî û 49 wesayîtên teknîkî jî piştgiriya van xebatan dikin.
Ji bilî vê, 15 hezar û 467 kes jî wekî xwebexş beşdarî xebatên lêgerîn, rizgarkirin û gihandina alîkariyê dibin.
Erdheja Venezuelayê: Hejmara kesên di erdhejê de mirine gihîşt 1450an
Çi bûbû?

Di 24ê Hezîranê de Navenda Lêkolînên Jeolojîk a DYAyê (USGS) ragihandibû ku li Venezuelayê du erdhejên li pey hev ên bi pileya 7,5 û 7,2an rû dabûn. Her weha di navbera her du erdhejan de tenê 39 çirke hebûn.
USGSê piştî erdheja ku pêşî ragihandibû mezinahiya wê 7,1 e, agahiyên nû parve kiribû.
USGSê eşkere kir ku li Venezuelayê, 23 kîlometre li başûrê rojhilatê bajarê Yumare yê ser bi eyaleta Yaracuyê ve bi mezinahiya 7,5 û 24 kîlometre li bakurê rojhilatê bajarê San Felipe yê ser bi heman eyaletê ve jî bi mezinahiya 7,2 du erdhejên li pey hev rû dane.
Hate zanîn ku kûrahiya erdheja Yumareyê 10 kîlometre û ya San Felipeyê jî 21,9 kîlometre ye.
Seroka Dewletê ya Demkî ya Venezuelayê Rodriguez, piştî du erdhejên mezin rewşa awarte (OHAL) ragihandibû.
(TY/AY)
