Di encama polîtîkayên hikûmeta desthilatdar de ji betalkirina Peymana Stenbolê heta pasîfkirina qanûna 6284an mirov dikare bêje ku tu mafên jinan li Tirkiyeyê nayên parastin. Berovajî parastinê dema mirov bala xwe dide daneyên mehanê derdikeve holê ku kuştinên jinan, taciz, tecawiz û her cureyê tundiyê li ser jin û zarokan zêdetir dibe.
Yek kiryarên herî dawî yên hikûmeta AKP-MHPê jî tê zanîn ku Pakêta darazê ya 9emîn e ku ji ‘Plana Bihêzkirin û Parastinê ya Ji Bo Malbatê’ heta gelek maddeyên wek paşnavê jinan di zewacê de dê derbas nebe, heye.
Pakêta 9em a darezê piştî ku di 3 hezîranê de cara yekem kete rojevê çend meh şûn de jî haziriyên wê hat kirin û di Komisyona Edaletê ya Meclisê bi rayên AKP-MHP’ê pêşnûma derbasî meclise hat kirin.
Li ser hurgûliyên Pakêta 9emîn parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan ku di Komisyona Edaletê ya Meclise de ye bi bianet kurdiye re axivî.
Di destpêka axaftina xwe de Dîlan Kunt Ayanê da zanîn ku pêşnûmeya ji 38 madeyan pêk hatî bi dengên AKP-MHPyê ji Komisyonê derbas bû û wiha got:
“Bêguman yek ji van madeyên jî ne li gor daxwaz, bendewarî û pêdiviyên raya giştî ne. Tenê li ser ûsûl û esasê pergala hiqûqa Tirkiyeyê hin guherîn hebûn. Lê mixabin her çiqas ku hikûmet bi gotinên wek ‘ ev pakêta ji bo avakirina edalet û belavkirina darazeke demokratîk e’ qala demokrasiyê bike jî di rastiya xwe de tu girêdaneke vê pakêtê ya bi demokrasiyê re nîne.”
‘Ligel hemû destkeftiyên jinan jî pakêt hat derxistin’
Dîlan Kunt Ayanê bal kişand ser naveroka pakêta 9emîn û diyar kir ku feraset û aqilê desthilatdariyê çibe bi heman şeklî bandora xwe daye vê pakêtê û wiha pê de çû:
“Ligel berxwedan û destkeftiyên jinan û her wiha li gel biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn(AYM) dîsa jî ev pakêta ku mafê jinan binpê dike, hat amadekirin. Ev pakêta darazê mûdaxeleyê li destkeftiyên jinan ku bi salane bi kedeke mezin bi dest xistine, dike.”
Di biryar û qanûna berê de jixwe AYMyê ji bo jinan digot ku ; ‘dema jineke zewicî, ew ne mecbûre ku paşnavê hevjînê xwe bigre, li gor xwestaka xwe dikare tenê paşnavê xwe bikar bîne û ev yek ne ji bo zarokan ne jî ji bo pêşeroja malbatê tu zirarekî bi xwe re nayîne.’ Lê di pakêta 9’emîn de mudaxale lê biryara AYMyê jî hat kirin.
"Hemû jinên parlamenter bertek nîşan dan"
Derbarê madeya guhertina paşnavê jinan de Kunt Ayanê weha got:
“Jixwe AYMyê bi awayekî teqezî digot ku dema jin nexwaze paşnavê xwe biguherîne, dê bandoreke vê yekê ya neyînî li ser zarokên nebe. Jİ ber ku ji platformên wek e-devlet heta tc’yê heye, dê ev yek tevliheviyekê bi xwe re neyne û bandoreke neyinî jî bi xwe re neyne. Lê feraseta desthilatdariyê ya ku deskeftiyên jinan tunedihesibîne, tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn û hemû destkeftiyên jinan jî, êrişî destkeftiyên jinan dike û bi vî awayî ji komisyonê jî derbas bû. Hewceye ez vê yekê jî bînim ziman; di dema hevdîtinên komisyonê de hemû jinên parlamenter bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman û gotin ku ev êrişeke li ser keda jinan e. Li ser van nerazîbûnan jî serokê komisyona Edaletê got ku dema pêşnûma derbasî komcivîna giştî (genel kurul) bibe, dê hin revizasyon pêk werin. Lê hê jî tu agahiya me ji van revizasyonan nîne.”
"Armanca hikumetê ne parastina mafên jinan e"
Ayanê di berdewama axaftina xwe de paşvekişandina ji Peymana Stenbolê û qanûna 6284 jî bi bîr xist û wiha got: “Hikumet di dema pêvajoya tevlêbûna Peymana Stenbolê de armanca wê ne ku parastina mafê jinan bû, ji bo berjewendiyên xwe yên ku têkeve Yekitiya Ewropayê, pêşiya hemû dewletan bû yek ji endamê Peymana Stenbolê. Yanî ev aqilê ku di şevekê de ji Peymana Stenbolê derketî, ji bo parastina mafê jinan jî neketiye nav liv û tevgerekê. Ji ber van nêzikatiyên aqilê desthilatdar em dizanin ku tu derdekî wan ê ku tundiya li ser jinan rakin, nîne. Heman aqil îro dibêje; divê ku em ji Peymana Stenbolê vekişiyane lê vaye qanûna 6284’an heye. Lê ev yek jî li holê ye ku ger îro ev qanûn di meriyetê de ba; wê her roj jinek ji aliyê mêran ve nehata kuştin û di daneyên tundiyê evqasî zêde nebûya. Desthilatdariya heyî jinan tenê di nava malê de dibîne û bi ferseteke ku jin tenê kevanî û dayik in, lê meyze dike.”
"Divê hemû sazî dezgehên jinan bibin yek"
Parlamenter Dîlan Kunt Ayanê dawiyê de destnîşan kir ku hê jî pakêta 9em a darazê nehatiya komcivîna giştî û wiha banga xwe li tevahiya sazî û dezgehên jinan û yên mafên mirovan kir: “ Ji Tevgera Jinan heta ya feminîstan divê îro her yek di bin banê têkoşînek hevpar de bê gel hev û li dijî vî aqilê mêrperest; nerazîbûnên xwe bîne ziman.”
(WT/AY)