Çîrokbêj Sitî: Bila çanda çîrokbêjiyê di nav kurdan de bidome
Amine Aktaş (31) bi navê Sitî li Wanê li ser sahneya Humanê derdikeve pêşberî gohdervanan û çîrokan vedibêje. Amîneyê wek gelek zarokên kurd ku di dibistanên tirkan de xwendiye û zimanê xwe yê dayîkê her ku diçe ji bîr dike heta 22 saliya xwe jî nizanê.
Aktaş rojekî ji çîrokek ku dayika wê vedibêje her çiqas fem neke jî bandor dibe û berê xwe dide zimanê xwe û diçe li Zanîngeha Mûşê beşa zimanê kurdî dixwîne û êdî dest bi berhevkariya çîrokên li derdora Mûşê dike.
Her diçe berhevkariya çîrokan jê re dibe evînek û ji Mûşê diçe li Wan, Colemêrg û gelek navçeyên van bajaran berhevkariya gelek çîrokên wek Metran Îsa jî dike. Niha jî ew çîrokên dayî hev bi devok û vegotina xwe li ser dika Humanê bi gohdarvanên xwe yê ciwan û kurdîhez re parve dike.

Ez jî vê hefteyê çûm bûme mêvana Sitîyê û min gohê xwe da çîrokên wê. Bi rastî jî bi şêweya xwe ez kişandim nav çîrokê. Piştî perfoemansa wê li ser çîrokbêjî û jiyana xwe ji bianet kurdiyê re axivî û got:
“Armanca min ew e ku di gohên ciwanên niha de jî çîrokên me hebin, çanda çîrokbêjiya di nav gelê kurd de bidome.”
Axtamar û kulîlkên biharê
Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re
Ekolojîst Erdogan Odûk: Ger bi vî awayî berdewam bike 20 sal şûn de wê Behra Wanê biçike
KurdîWarê ji bo piştgiriyê bang li nivîskarên Serhedê kir