Dibistana Marksîzmê dawiya hefteya borî, di 13, 14 û 15ê Çiriya Pêşiyê de bernameyek bi navê “Li Amedê Rojên Marksîzmê” li dar xist. Çalakî li salona Mordem Hunerê pêk hat ku yi çalakiyê de mijara sereke Kurdistan û Marksîzm bû. Di nav du rojan de ji asîmîlasyon û entegrasyonê heta gelek mijarên wek bêdewletbûnê, Marksîzm û mafê netewan ên tayînkirina çarenûsa xwe, li Kurdistan û Rojhilata Navîn gel û formasyonên olî û hwd hatin nîqaşkirin.
Dîroknas, nivîskar û zimanzan îhsan Colemergî, Samî Hêzil, Ayşe Hûr û Erdogan Aydin, Şerefxan Cizîrî, Yaşar Kazici, Huseyîn Şîmşek, Ozcan Kirbiyik jî din av de komek akademisyen, nivîskar, çalakvan wek panelîst tevlî Rojên Marksîzmê bûn.
Yek ji koordînatorên Dibistana Marksîstan a Amedê (DMA) Sînan Çîftyûrek û axiver dîroknas Ayşe Hurê derbarê bernameyê û nîqaşên di dema bernameyên de hatin kirin bersiva pirsên bianet kurdiyê dan.
“Divê em jî îro tiştekî nû bejin”
Kordînatorê DMAyê Sînan Çîftyurek ku Serokê Giştî yê Partiya Komûnîst a Kurdistanê (KKP) û Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Wanê ye behsa armanca avakirina Dibistana Marksîstan a Amedê kir û diyar kir ku ew dixwazin marksîstên kurdistanî bînin gel hev û fikr û ramanên dîrokî yên ku bandor li gelek welat û civakan kirine, şîrove bikin, ji nû ve hilberînin û balê bikşînin li ser rewşa kurd û Kurdistanê:
“Sosyolojiya gelek fikran hat guhertinê û dê biguhere jî. Mînak qadroyên sedsala 20an, ên sedsala 19an dubare nekirin. Lênîn ne got, Marks tiştek gotiye em jî eynî tiştê bikin. Wî bixwe jî tişteke nû li gor dema xwe got. Ji ber vê yekê divê em jî îro tişteke nû bêjin. Em êdî nikarin bêjin sedsal berê rêheval Lênîn tiştek gotiye, Engels, Mao tiştek gotiye, ji bo me bes in.”
“Em dixwazin ji Amedê dinyayê şîrove bikin”
Di berdemiya axavtina xwe de Çîftyurekî da zanîn ku di roja îroyîn de ji pirsgirêkên ekolojiyê yên mîna avhewayê heta gelek qeyranên aborî, siyasî û yên mîna wan zêde dibin û divê em li ser van meseleyan tiştên nû bêjin, li çareseriyê nû bigerin: “Em îro dixwazin li Kurdistana Bakûr, li Amedê tiştekî mayînde bikin da ku pêşiya fikrên nû hertim vekirî be. Îro axa Mezopotamyayê, axa Kurdistanê navenda dinyayê ye. Navenda felsefe, wêje, siyaset û demokrasiyê ye. Her wiha bi rêya teknolojiyê mirov dikare her deverê dinyayê biguherîne. Em jî dibêjin ku em ji Amedê dinyayê dibînin, em ji Amedê dinyayê dinirxînin û em dixwazin li Amedê guhertina dinyayê bidin destpêkirin. Vêce ji destê me çi were.”
“Em ê bikin projeya her çar parçeyên Kurdistanê”
Sînan Çîftyûrekî bal kişand ser xebat û çalakiyên bi vî rengî ku çend meh berê jî ji bo piştgiriya serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê wan bernameyek pêk anîbû: “ Di wê xebata me de jî me hewld da ku ji her parçayên Kurdistanê tevlibûn pêk were. Ji Başûr du partî tevlê bûn. Komele ji ber şert û mercên li Rojhilat, Rojava jî bi heman awayî nikarîbû tev lê bibe. Wek vê xebatê jî hewceye em binê wê xêz bikin ku em dixwazin her sal di meha Çiriya Pêşiyê de bi mijarên cûda yên wek Sosyalîzm, felsefe, jin û yên mûna wan di bin navê Rojên Marksîzmê de li dar bixin û bi piştgiriya jin, ciwanan pêk were. Me ev proje ji Amedê destpê kir em ê gav bi gav bigihêjin Rojava, Rojhilat û Başûr jî.”
Hur: “Mijar bi têgehên rast ên Marksîzmê hatin vegotin”
Dîroknas Ayşe Hur roja Yekşemê ango 15ê Çiriya Pêşiyê tevî Endamê Komîta Navendî ya Federasyona Meclîsên Sosyalîstan Huseyîn Şîmşek û xwendekar Mehmet Atîkî beşdarî beşa “Marksîzm û Mafê Neteweyan ê Diyarkirina Çarenûsa xwe” bû ku moderatorê vê beşe Yaşar Kazici bû.
Hurê bal kişand li ser wê xalê ku piraniya beşan û axavtinan bi kurdî bû û bi van gotinan berdewam kir: “Gelek sernavên balkêş hebûn di bernameyê de. Mînak wek meseleya çîn û neteweyan. Ev mesele hem bi têgihên lîteratûra marksîzmê yên rast û yên ku cihên xwe digrin, hatin vegotin, hem jî pêdiviyên îrorojê bi vê lîteratûra ku rê vedike, li çareseriyekê digerin. Di vê xebatê de em dikarin bêjin di pratîkê de ev yek pêk anîn. Bêguman ev tişteke wisa hêsan nîne ku hema mirov di bernameyekê xelas bike. Tişta min dîtî ev hê destpêkek bû.”
“Nasnameya kurdan û nasnameya Marksîzmê hatiye berovajîkirin”
Ayşe Hurê hêleke ku gelek caran dibe mijara nîqaşan diyar kir ku ew jî “nasnameya kurdan” û “nasnameya Marksîzmê” e: “Em îro ji kîjan aliyî meyze bikin jî tişta derkeve holê rastiya herdû têgehên wek ‘nasnameya kurdan’ û ya din jî ‘nasnameya Marksîzmê, Komunîzmê an jî Leninîzmê e ku ji aliyê gelek derdoran ve hatine berovajîkirine. Di nav nîqaşên li vir jî min ji xwe re got, ‘dê heman nêzîkatî derkeve holê’. Lê piştre her mêvanekî/e ku pirsên xwe dipirsî an jî nirxandinên dikirin, bi wan bal kişandin li ser kêmasiyên Komînternê û hwd. Li gor min bi taybetî divê nêzikatiya Sovyetê ya li hemberî kurdan çibû?, wek mijareke taybet di nav van bernameyên bê de divê cih bigre. Tenê ne Sovyet-Komîtern, Çîn û yên din çawa li meseleya neteweyê ya kurdan dinêrîn divê di bernamayên bên de ev jî bên nîqaşkirin.”
“Tevlibûna jin û ciwanan qels bû”
Hurê di dawiyê de destnîşan kir ku tevlibûna partiyên siyasî yên kurdan, jin û ciwanan pir qels bû: “Her çiqas ku Kongreya partiya Çepên Kesk hebû jî diviya li vir çend nûnerên wan hebûya. Bi kurtasî dikarim bêjim ku ji meseleya ermeniyan heta gelek meseleyên din îro li vir hatin nîqaşkirin. Ev jî bi qîmet e.” (WT/FD)