Di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de ji bo waliyê berê Sonel û du kesên din cara duyem biryara girtinê hate dayîn
Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de, derbarê waliyê berê yê Tunceliyê Tuncay Sonel, pasewanê wî yên polîs Şukru Eroglu û Gokhan Ertokê ku ji polîsiyê hatibû îxraçkirin ku niha girtî ne de, lêpirsîneke din hatibû vekirin. Di wê lêpirsînê de jî ji bo wan biryareke girtinê ya nû hate dayîn.
Lêpirsîna Gulistan Dokuyê | Hevjîna Tuncay Sonel jî di nav de 15 kes hatin desteserkirin
Li gorî nûçeya ANKAyê, her 3 gumanbar candarmeyan anîn Edliyeya Erzeromê. Piştî îfadeyên wan yên li dozgeriya komarî bi daxwaza girtinê ji bo dadweriya cezê û aştiyê hatin şandin. Gumanbar bi tohmeta ku “daneyên ku di sîstemên agahîdariyê de ne, tunekirine ango guhartine”, “kes ji azadiya wî bêpar hiştine”, “talana xurtkirî” û “bi riyên neyasayî daneyên kesane bidest xistine” hatin girtin.
Di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de du kesên din jî hatin desteserkirin
Sonel, Eroglu û Ertok, berê jî di dosyaya Gulistan Dokuyê de di çarçoveya sûcên cuda de hatibûn girtin. Biryara girtina nû, di çarçoveya heman dosyeyê de ye lê ji ber sûcên cûda ye.
Çi bûbû?
Gulîstan Dokû, xwendekara zanîngeha roja 5ê Kanûna Paşiya 2020an venagere wargeha ku lê dimîne.
Hevalên Dokûyê yên wargehê piştî nikarin têkiliyê bi Dokûyê re daynîn serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin û malbata wê agahdar dikin.
Malbata Dokûyê tên bajêr û di 6ê Kanûna Paşiyê de serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin ku keça wan wenda bûye.
Polîsan ji bo Gulistan bê dîtin bi hevalên wê re hevdîtin dike, sînyalên telefona wê dişopîne û qeydên MOBESEyê yên bajêr lêdikol in.
Di lêkolînan de diyar dibe ku Dokû di saet 11.29an de li wêstgeha wesayîtan ya Kolana Ataturkê li wesayita ku diçe zanîngehê sûwar dibe.
Piştre îfadeya seyaqê wesayîtê tê girtin ku seyaq dibêje ew nizan e Dokû li kîderê li wesayîtê peya bûye.
Piştî îfadeya seyaq hatiye pêşbînîkirin ku Dokû li ser Pireya Sari Saltûk peya bûye ku li wir jî kamera tune ye.
Jinan û malbata Dokûyê ji bo ku Gulistan bê dîtin têkoşiyan e. li ser vê yekê biryara valakirina bendavê hatiye girtin.
Di 17ê Hezîrana 2020an de ji bo ku Zeynal A. weke gumanbar were girtin daxwazname ji bo Serdozgeriya Komarî a Dersîmê hatiye dayîn.
Piştî 6 salan di çarçoveya lêpirsînê de di 13ê Nîsana 2026an de 13 kes hatin desteserkirin.
Kesên hatin desteserkirin ev in:
"Zeinal Abakarov, Engin Yucer (zirbavê Zeinal ku polîsê berê ye), Cemîle Yucer (dayika Zeinal), Ugurcan Açikgoz (hevalê Mûstafa Turkay Sonel), Erdogan Elaldi (Wê demê xebatkarê Îdareya Taybet a Bajar bû), Mûstafa Turkay Sonel, Gokhan Ertok (polîsê berê bû ku hatibû îxrackirin, di pêvajoya lêpirsîna der heqê walî û parastvanê wî de eleqeya wî hebû;), Savaş Gulturk (Kesê ji kamerayên Zanîngeha Munzurê berpirsyar), Suleyman Onal (kesê li Zanîngeha Munzurê ji kamerayan berpirsyar), Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Şukru Eroglû (Parastvanê walî Tuncay Sonel).”
Her weha di çarçoveya lêpirsînê de di 21ê Tîrmehê de di serdegirtinên malan de 3 bijîşk, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 personelên berhevkirina daneyan, Handan Sonel, hevjîna waliyê berê yê Tunceliyê Tuncay Sonel, xwediyê şîrketek teknolojiyê ku tê gotin mudaxileyî telefona Dokuyê kiriye, karsazek û 2 cerdevan jî di nav de 15 kes hatin desteserkirin.
Di 27ê Tîrmehê Wezîrê Dadê Akin Gurlek daxuyanî dabû û gotibû ku “Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de, bi kordînasyona Serdozgeriya me ya Komarî ya Erzîromê û ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Bajarê Erzeromê ve li 15 bajaran bi awayekî hemwext li dijî 19 gumanbaran operasyon hat kirin. Li 21 navnîşanan lêgerîn hatine kirin û 18 gumanbar hatine desteserkirin.”
(AEK/AY)