Lêpirsîna Gulistan Dokuyê | Hevjîna Tuncay Sonel jî di nav de 15 kes hatin desteserkirin
Di lêpirsîna têkildarî xwendekara zanîngehê Gulistan Dokuyê de ku li Dêrsimê zêdetirî pênc sal in wenda ye, operasyoneke nû hat kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriyên Komarê yên Erzirom û Dêrsimê bi rê ve dibin de li Xarpêtê, Meletiyê, Enqereyê, Stenbolê û Dêrsimê operasyonên hemwext hatin kirin.
Di serdegirtinên malan de 3 bijîşk, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 personelên berhevkirina daneyan, Handan Sonel, hevjîna waliyê berê yê Tunceliyê Tuncay Sonel, xwediyê şîrketek teknolojiyê ku tê gotin mudaxileyî telefona Dokuyê kiriye, karsazek û 2 cerdevan jî di nav de 15 kes hatin desteserkirin.
Her weha diyar bûye ku desteserkirî birine midûriyetên emniyetan.
Çi bûbû?
Gulîstan Dokû, xwendekara zanîngeha roja 5ê Kanûna Paşiya 2020an venagere wargeha ku lê dimîne.
Hevalên Dokûyê yên wargehê piştî nikarin têkiliyê bi Dokûyê re daynîn serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin û malbata wê agahdar dikin.
Malbata Dokûyê tên bajêr û di 6ê Kanûna Paşiyê de serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin ku keça wan wenda bûye.
Polîsan ji bo Gulistan bê dîtin bi hevalên wê re hevdîtin dike, sînyalên telefona wê dişopîne û qeydên MOBESEyê yên bajêr lêdikol in.
Di lêkolînan de diyar dibe ku Dokû di saet 11.29an de li wêstgeha wesayîtan ya Kolana Ataturkê li wesayita ku diçe zanîngehê sûwar dibe.
Piştre îfadeya seyaqê wesayîtê tê girtin ku seyaq dibêje ew nizan e Dokû li kîderê li wesayîtê peya bûye.
Piştî îfadeya seyaq hatiye pêşbînîkirin ku Dokû li ser Pireya Sari Saltûk peya bûye ku li wir jî kamera tune ye.
Jinan û malbata Dokûyê ji bo ku Gulistan bê dîtin têkoşiyan e. li ser vê yekê biryara valakirina bendavê hatiye girtin.
Di 17ê Hezîrana 2020an de ji bo ku Zeynal A. weke gumanbar were girtin daxwazname ji bo Serdozgeriya Komarî a Dersîmê hatiye dayîn.
Piştî 6 salan di çarçoveya lêpirsînê de di 13ê Nîsana 2026an de 13 kes hatin desteserkirin.
Kesên hatin desteserkirin ev in:
Zeinal Abakarov, Engin Yucer (zirbavê Zeinal ku polîsê berê ye), Cemîle Yucer (dayika Zeinal), Ugurcan Açikgoz (hevalê Mûstafa Turkay Sonel), Erdogan Elaldi (Wê demê xebatkarê Îdareya Taybet a Bajar bû), Mûstafa Turkay Sonel, Gokhan Ertok (polîsê berê bû ku hatibû îxrackirin, di pêvajoya lêpirsîna der heqê walî û parastvanê wî de eleqeya wî hebû;), Savaş Gulturk (Kesê ji kamerayên Zanîngeha Munzurê berpirsyar), Suleyman Onal (kesê li Zanîngeha Munzurê ji kamerayan berpirsyar), Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Şukru Eroglû (Parastvanê walî Tuncay Sonel).”
(EMK/AY)