Di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de du kesên din jî hatin desteserkirin
Ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020an ve ji xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Dokuyê ti agahî nayê girtin.
Têkoşîna edaletê ya malbatê û rêxistinên jinan a ji bo dîtina Dokuyê û derxistina berpirsiyaran berdewam dike.
Di çarçoveya lêpirsîna xwendekara zanîngehê Gulistan Dokuyê de Sefa K. û Emre E. li Enqereyê hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku ev proseya destsekerkirinê piştî tespîtên ji lêkolîna li ser telefon û materyalên dîjîtal ên Waliyê berê yê Tunceliyê Tuncay Sonelê ku di çarçoveya lêpirsînê de girtî ye hatine kirin.
Lêpirsîna Gulistan Dokuyê | Hevjîna Tuncay Sonel jî di nav de 15 kes hatin desteserkirin
Sefa K. û Emre E. bi sûcên weke “ji holê rakirin, veşartin an jî guhartina delîlên sûc”, “bi awayekî dijyasayî dan an jî bi dest xistina daneyên kesane”, “bêparhîştina kesî/ê ji azadiya wî/wê”, “birîndarkirina bi zanebûn”, “talankirin” û “pêşîgirtin, xerakirin, ji holê rakirin an guhartina daneyên sîstemên agahdariyê” tên tohmetbarkirin.
Peyamên di navbera Sonel û Ertok de
Li gorî agahiyên ku parêzerê malbata Gulistan Dokuyê, Ali Çimen ragihandine; di lêkolîna li ser telefona desta ya Tuncay Sonel de, peyamên wî yên bi polîsê berê Gokhan Ertok re derketine holê. Ertok ji kar hatibû derxistin û di çarçoveya lêpirsînê de niha girtî ye.
Li gorî peyaman, Sonel parvekirineke hesabekî ku di medyaya civakî de ew rexne dikir ji Ertok re şandiye û jê re peyama “Bira, tiştê pêwîst bikin” nivîsandiye.
Hat îdîakirin ku Ertok piştre ji Sonel re ragihandiye ku zanyariyên IP û navnîşana hesab hatine tespîtkirin, ew çûne mala kesê ku tê îdîakirin xwediyê hesabe û dest danîne ser materyalên dîjîtal ên wî kesî.
Di peyamên di dosyayê de hat îdîakirin ku Ertok nivîsandiye ku telefona wî kesî hat kopîkirin, kamerayên pêş û paş ên telefonê dikarin werin şopandin û du cîhazên guhdarkirinê li mala wî hatine bicihkirin.
Hatiye diyarkirin ku Ertok fotografê mêrekî ku destên wî ji paş ve hatine kelepçekirin û hatî derbkirin, ligel fotografê çekekî ji Sonel re şandiye. Sonel jî di bersiva peyaman de gotiye “Spas dikim birayê min”.
Daxwaza parêzer a berfirehkirina lêpirsînê
Parêzer Ali Çimen got ku di tomarên Lijneya Lêkolîna Sûcên Darayî (MASAK) de diyar bûye ku piştî vê bûyerê, bi rêya polîsê parastinê yê Sonel, Şukru Eroğlu 20 hezar lîre ji Ertok re hatiye şandin.
Çimen îdîa kir ku Sefa K. û Emre E. yên ku li Enqereyê hatine desteserrkirin jî di bûyerên di peyaman de cih girtine û xwest ku lêpirsîn di çarçoveya xebatên birêxistinkirî de bê berfirehkirin.
Çi bûbû?
Gulîstan Dokû, xwendekara zanîngeha roja 5ê Kanûna Paşiya 2020an venagere wargeha ku lê dimîne.
Hevalên Dokûyê yên wargehê piştî nikarin têkiliyê bi Dokûyê re daynîn serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin û malbata wê agahdar dikin.
Malbata Dokûyê tên bajêr û di 6ê Kanûna Paşiyê de serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin ku keça wan wenda bûye.
Polîsan ji bo Gulistan bê dîtin bi hevalên wê re hevdîtin dike, sînyalên telefona wê dişopîne û qeydên MOBESEyê yên bajêr lêdikol in.
Di lêkolînan de diyar dibe ku Dokû di saet 11.29an de li wêstgeha wesayîtan ya Kolana Ataturkê li wesayita ku diçe zanîngehê sûwar dibe.
Piştre îfadeya seyaqê wesayîtê tê girtin ku seyaq dibêje ew nizan e Dokû li kîderê li wesayîtê peya bûye.
Piştî îfadeya seyaq hatiye pêşbînîkirin ku Dokû li ser Pireya Sari Saltûk peya bûye ku li wir jî kamera tune ye.
Jinan û malbata Dokûyê ji bo ku Gulistan bê dîtin têkoşiyan e. li ser vê yekê biryara valakirina bendavê hatiye girtin.
Di 17ê Hezîrana 2020an de ji bo ku Zeynal A. weke gumanbar were girtin daxwazname ji bo Serdozgeriya Komarî a Dersîmê hatiye dayîn.
Piştî 6 salan di çarçoveya lêpirsînê de di 13ê Nîsana 2026an de 13 kes hatin desteserkirin.
Kesên hatin desteserkirin ev in:
Zeinal Abakarov, Engin Yucer (zirbavê Zeinal ku polîsê berê ye), Cemîle Yucer (dayika Zeinal), Ugurcan Açikgoz (hevalê Mûstafa Turkay Sonel), Erdogan Elaldi (Wê demê xebatkarê Îdareya Taybet a Bajar bû), Mûstafa Turkay Sonel, Gokhan Ertok (polîsê berê bû ku hatibû îxrackirin, di pêvajoya lêpirsîna der heqê walî û parastvanê wî de eleqeya wî hebû;), Savaş Gulturk (Kesê ji kamerayên Zanîngeha Munzurê berpirsyar), Suleyman Onal (kesê li Zanîngeha Munzurê ji kamerayan berpirsyar), Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Şukru Eroglû (Parastvanê walî Tuncay Sonel).”
Her weha di çarçoveya lêpirsînê de di 21ê Tîrmehê de di serdegirtinên malan de 3 bijîşk, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 personelên berhevkirina daneyan, Handan Sonel, hevjîna waliyê berê yê Tunceliyê Tuncay Sonel, xwediyê şîrketek teknolojiyê ku tê gotin mudaxileyî telefona Dokuyê kiriye, karsazek û 2 cerdevan jî di nav de 15 kes hatin desteserkirin.
(NÖ/AY)