Dadgehê 19 sal û 6 meh ceza li Ayşe Gokkanê birî
Di dadgehkirina ji nû ve ya Berdevka Berê ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkanê de, dadgehê bi tevahî 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birî û biryar da ku girtina wê berdewam bike.
5emîn danişîna doza Ayşe Gokkanê piştî ku Dadgeha Bilind biryara cezê betal kir, li 9emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin.
Dadgeha Bilind cezayê li Ayşe Gokkanê hatibû birîn, betal kir
Li gorî nûçeya Ajansa Welat Gokkan ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê bi rêya SEGBÎSê beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê Berfin Lutfiye Gokkan, Muharrem Şahîn, Ozum Vurgun û gelek nûnerên saziyên jinan di danişînê de amade bûn.
Dozgeriyê daxwaza tehliyeyê kir, dadgehê ceza birî
Di danişînê de, dozgerî nêrîna xwe pêşkêş kir. Dozgeriyê xwest ku Gokkan bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” du caran were cezakirin, lê belê ji ber wextê girtina wê, daxwaza berdanê kir.
Ayşe Gokkan li dijî nêrîna dozger bi kurdî parastina xwe kir û destnîşan kir ku ew jineke Kurd û Kurdistanî ye û ji ber vê nasnameyê tê darizandin. Gokkan di parastina xwe de weha got:
“Heke ez ji ber Kurdbûna xwe bêm darizandin, divê hemû civak were darizandin. Ez ji ber têkoşîna azadiya jinê û gelê Kurd li vir im. Ez li ser felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ têm darizandin. Min hîç çalakiyeke derqanûnî nekiriye; dadgeh li ser bingehê fezlekeyên derewîn ên polîsan dozê dimeşîne. Têkoşîna min a li dijî hişmendiya DAIŞê, ji bo azadiya jin û zarokan e. Bi TJAyê re serê min bilind e û rûyê min li pêşberî civakê spî ye.”
Parêzeran bal kişandin ser bêhiquqiyê
Parêzerên Gokkanê diyar kirin ku dadgehkirin ne adil e û tespîtên emniyetê bi awayekî kor fêmkirî hatine qebûlkirin. Parêzeran destnîşan kir ku daxwazên wan ên lêkolînkirina şahidên veşartî hatine redkirin, muwekîla wan di girtîgehê de 3 caran ameliyatê derbas kiriye û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene. Parêzeran destnîşan kir ku tirs û şopên revê tunene û daxwaza beraet û tehliyeyê kir.
30 sal cezayê girtîgehê li Ayşe Gokkan, Berdevka TJAyê birîne
Piştî navberdayînê, şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” cezayek 12 sal û yê din 7 sal û 6 meh û bi giştî 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da Ayşe Gokkanê birî. Her wiha biryar hate dayîn ku girtina wê berdewam bike.
Ayşe Gokkan, Berdevka TJAyê hatiye girtin
(EMK/AY)