Fotograf: MA
Dadgehkirina Ayşe Gokkan, Berdevka Demkî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) li 9em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dewam kiriye. Gokkan bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” û “rêvebera rêxistinê ye” dihate dadgehkirin.
Ayşe Gokkana girtî û parêzerên wê Berfîn Gokkan, Ozum Vûrgûn û Mûharrem Şahîn, her weha rêveber û endamên TJAyê, Komeleya Jinan a Rosayê, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Remziye Tosûn û Nûran Îmîr û gelek jin beşdarî danişînê bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, dema Gokkan anîne salona dadgehê, Gokkanê nîşana serfirazê kiriye û silav daye temaşevanan.
Dozgerê danişînê, di danişîna beriya niha de nêrîna xwe diyar kiribû û bi tohmeta Gokkan “endama rêxistinê ye” 2 caran û “rêvebera rêxistinê ye” carekê were cezakirin. Dozgerî heman daxwaza xwe dubare kiriye.
"Ez parastina xwe pêşkêş nakim"
Gokkan di danişînê de bi kurdî axiviye û wergerekî axavtina wê wergerandiye tirkiyê. Gokkanê gotiye ew ê paraznameya xwe pêşkêş neke û wiha axiviye: “Ez Ayşe Gokkan, berdevka demkî ya TJAyê me. Ez TJAyê weke perenga dikeve axê, li hewayê ye û dike avê dibînim. Ez vê perengê perengeke wiha dibînim ku îro li Îranê, Afganistanê, Kurdistanê û Meksîkayê bi pêş ketiye. Vê dadgehê ji roja destpêkê mafê min ê parastina adil binpê kiriye. Mafên parêzerên min ên jin, serokê me yê baroyê û hemû parêzeran jî binpê kiriye. Serokê 9em Dadgeha Cezayê Giran û heyeta wê ev li dijî hemû pêk anîne. Ji ber wê parastinek nîne ku ez bikim. Jin, jiyan, azadî pereng e ku ketiye hemû cîhanê. Ez êrîşa ku hatiye kirin şermezar dikim û spasiya hemû piştevanan dikim. Ti parastinek nîne ku ez li vê dadgehê bikim.”
Parêzerên Gokkanê jî her weha diyar kirine ku ew ê li dijî helwesta heyeta dadgehê ti paraznameyan pêşkêş nekin.
Piştî axavtina Gokkan û parêzeran, heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kiriye. Li gorî vê biryarê bi tohmeta ku “endama rêxistiniê ye” 12 sl, dîsa bi tohmeta ku “endama rêxistinê ye” 7 sal û 6 meh, bi tohmeta ku “bi zanebûn û bi xwestek alîkarî daye rêxistinê” 7 sal û 6 meh û bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” 3 sal, li ser hev 30 sal cezayê girtîgehê li Gokkanê biriye. Gokkan her weha nehatiye tehliyekirin.
Piştî biryara dadgehê, aktivîstên TJAyê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlameterên HDPyê Remzîye Tosûn û Nûran Îmîr, Hevseroka Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û nûnerên rêxistinên jinan li ber edliyeyê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya DBPyê axiviye û gotiye ku “Bi cezayê dane Ayşe Gokkanê re, dixxwazin bi paş de gavê bi têkoşîna jinan re bidin avêtin” û bi van cezayan wê nikaribin gavê bi paş de bidin avêtin. (FD)