Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ayşe Gokkan, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) piştî ku biryara girtina wê hatibû dayîn û di 27ê Kanûna Paşiyê di polîsan li Amedê ew desteser kiribûn, duh (28ê Kanûna Paşiyê ya 2020an) hatiye girtin.
Gokkan piştî li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê îfadeya wê hate standin, duh ew birine edliyeyê û heyeta 9em Dadgeha Cezaya Giran a Amedê biryara girtinê jê re xwendiye. Gokkan bi tohmeta ku "endam û rêvebera rêxistinê ye" hatiye girtin û şandine girtîgehê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzerên Gokkan, Remziye Tosûn, Parlamentara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê û hin kesên din beşdarî danişîna Gokkanê bûne. (FD)