Ji ber gotinên hunermenda fotografan Bennu Geredeyê yên di bernameyekî YouTubeyê de derbarê wê de bi îdiaya “mustehceniyê” pêvajoya hiqûqî hat destpêkirin û biryara desteserkirinê wê hat dayîn.
Serdozgeriya Komarî ya Bakırkoyê di çarçoveya xala 226an a Qanûna Cezê ya Tirkan de ku ji bo "mustehceniyê" ye lêpirsîn da destpêkirin.
Gotinên Geredeyê yên derbarê kolyeya (vibratora portatîf) ku di dema bernameyê de di situyê wê de bûye û gotibû berhemeke zayendî ya ji bo mezinan e, wekî sedema lêpirsînê hatin nîşandan.
♦️ Bennu Gerede gözaltına alındı!
— Dijital Gaste (@dijitalgastecom) August 4, 2026
― Bennu Gerede hakkında, katıldığı bir programda boynunda taşıdığı kolye ve yaptığı açıklamalara ilişkin 'müstehcenlik' suçundan soruşturma başlatıldı.
― Gerede, gözaltına alındı.pic.twitter.com/5fknh1qDUk
Heta niha derbarê lêpirsînê de ti daxuyaniyeke Geredeyê ya ji bo raya giştî tune ye.
