Behsa "vibratora portatîf" kir, lêpirsîna "mustehceniyê" lê hat vekirin
Hunermenda fotografan Bennu Gerede beşdarî bernameyekî YouTubeyê bûbû û di bernameyê de behsa "vibratora portatîf" kiribû. Serdozgeriya Komarî ya Bakırkoyê di çarçoveya xala 226an a Qanûna Cezê ya Tirkan de ku ji bo "mustehceniyê" ye, ji ber gotinên Geredeyê yên di bernameyê de lêpirsîn da destpêkirin.