Di hefteya 38an û ya dawî ya 1emîn Lîga Trendyolê de, Igdir FK a di bin rêveberiya Hikmet Karaman de û Amedspora di bin rêveberiya Sertaç Kuçukbayrak de hatin pêşberî hev.
Amedspor li deplasmanê bi Igdir FK re 3-3 wekhev ma û bi 74 puanan û bi ferqa golan (averaj) di rêza duyem de cih girt û bi vê encamê derket Super Ligê.
Futbolîstê Amedsporê Çagri Fedai piştî maçê daxuyanî da û weha got: “Ev di vê lîgê de şampiyoniya min a çaremîn bû, lê ya herî bi wate bû. Ji ber ku di yên din de me ewqas zehmetî nedîtibû. Me bi berxwedan û bi keda xwe ya heqkirî şampiyonî ji nav destê wan derxist.”
Erdogan Amedspor pîroz kir
Serokê Giştî yê AKPê û Serokkomar Recep Tayyip Erdogan, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand û Amedspor pîroz kir. Erdoğan di peyama xwe de wiha got:
“Ez Amedspora ku dê di sezona bê de, li ser navê Diyarbekira me di Lîga Super a Trendyolê de bileyîze, hemû civaka Amedsporê û birayên xwe yên Diyarbekirî ji dil û can pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.”
Silav Super Lig!🐦🔥#MücadeleninTakımı#TîmaTêkoşînê#TaximêXoverdayîşî pic.twitter.com/Cj2hET3MkU
— Amedspor (@amedskofficial) May 2, 2026
Zaxosporê Amedsporê pîroz kir: “Pîroz be dilê Kurdan Amedspor."
Tîma Zaxoyê ya Herêma Kurdistanê, ji ber derketina wê ya bo Lîga Super peyameke pîrozbahiyê ji bo Amedsporê belav kir.
Tîma Zaxoyê li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî peyamek belav kir û serkeftina Amedsporê pîroz kir û wiha got:
"Em wekî Tîma Zaxoyê, ji dil û can pîrozbahiyê li tîma Kurdan Amedsporê dikin bi helkefta derketina wê ya bo Lîga Super a Tirkiyeyê. Ev ji bo Kurdan û alîgirên Amedsporê destkefteke dîrokî ye. Em bi vê serkeftina we ya mezin gelekî dilxweş in û em dê her tim piştgiriyê bidin Amedsporê. Alîgirên Zaxoyê û alîgirên Amedê her tim destê xwe dane hev û wekî du birayan bi hev re bûne. Pîroz be dilê Kurdan Amedspor."
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, piştî maç bi dawî bû, li bajarên Kurdan û li gelek bajarên Tirkiyeyê pîrozbahiyên şampiyoniyê dest pê kirin.
Di lîstikeke din de jî, Erokspor li qada xwe bi Pendiksporê re 1-1 wekhev ma.
Hatîmogulları: “Her bijî Amedspor”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) Tulay Hatîmogulları, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyamekê pîrozbahî li Amedsporê kir û wiha got:
“Ez Amedsporê bi dil û can pîroz dikim. Îro Amedsporê ne tenê bajarê Amedê, di heman demê de her kesê ku qîmet dide ked, bawerî û hevgirtinê kêfxweş kirin. Gelê Amedê, bi alîgir û hevalên xwe bi piştgiriyeke mezin di tevahiya sezonê de di vê serketinê de roleke pêşeng lîstin. Mala wan ava be. Bila ev serkeftin destpêka rêwîtiyeke hîn mezintir be…”
(TY/AY)
