Fotograf: Roza Yiğit / bianet
Piştî erdhejên 6ê Sibatê xebatkarên tenduristiyê yên li Amed û Semsûrê dixebitin serpêhatiyên xwe yên erdhejê ji bianetê re vegotin.
Di dema erdhejê de berpirsyariya herî mezin li ser milê xebatkarên tenduristiyê bû. Hin ji wan bi dilxwazî xebitîn hin ji wan mecbûrî. Hin ji wan di şînê de ne, hin ji wan bi hêrs in.
Em li Sendîkaya Kedkarên Tendirûstiyê (SES) a Şaxa Amedê bi xebatkarên tendûristiyê re axivîn. Sekreterê giştî yê Odeya Tabîban a şaxa Amedê Fırat Akenginî pêşî bal kişand Cejna Tibê û got: “Çend roj berê (14ê Adarê) Cejna Tibê bû lê em nikarin wek cejnê bihesibînin, em di şînê de ne. Bi hêrs in. Akengînî pişt re behsa pêvajoya koordînasyonê kir. Ji roja ewil a erdhejê, em wek bijîjk û xebatkarên tenduristiyê hatin cem hev da ku bibînin ka em dikarin di kordînasyona krîzê de çi bikin. Di destpêkê de me li Amedê piştgirî da ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê. Piştre me lêkolînên diyarkirina cihên sitargehê kirin.
*Fırat Akengin
“Em bi Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê re axivîn, me got gelek dildar hene. Bi sedan bijîşkan serlêdan kirin û me diyar kir ku em dixwazin hem ji bo Amedê hem jî ji bo bajarên din em xizmeta gelê xwe bikin. Lê ev daxwaz ji aliyê rêveberiya tendirustiya parêzgehê ve nehate koordînekirin. Em bi dilxwazî ji bo cihekî di nav dezgeha tenduristiyê ya parêzgehê de nehatin şandin. Paşê me wek Odeya Tabîban a Amedê li Semsûrê li konekî nexweşxaneyek ava kir. Li konekî din jî Odeya Tabîban a Rihayê nexweşxaneyek ava kir, Odeya Tabîban a Stenbolê jî nexweşxaneyek ji bo servîsa mobîl û nexweşiyên jinan ava kir. Bi vî awayî me dest bi xebatên xwe kirin.
“Şerm dikirin ku alikariyê bixwazin”
Akengînî ku ji dema erdhêjê û heta niha li Amed û Semsûrê wekî dilxwaz dixebite behsa dîtinên xwe yên yekem li Semsûrê kir û got: Dema em nû çûn, wêranbûna bajêr ez dehibîm. Her kesê ku çû ev hest hîs kir. Dîtin û gotin nabe yek, lê mixabin piştî demekê em hînê wêranbûna bajêr bûn. Zarokên nexweş dihatin, di rojên ewil ên erdhejê de hewa pir sar bû. Şewba nexweşiyê hebû, malbatên zarokên nexweş dihatin, şerm dikirin ku bipirsin ka em dikarin ji ku alîkariyê bistînin. Ji bo alîkariyê şerm dikririn, Vê rewşê ez pir xemgîn kirim.
Li Semsûrê gelek nexweşxane xera bûne û nikarin bên bikaranîn. Akengînî diyar kir ku, wan bi derfetên xwe ji xebatkarên tenduristiyê yên li wir re kon vedane. Wî biryara Midûriyeta Tenduristiyê ya derbarê kesên li bajarên erdhejê dijîn rexne kir: Ji personelên tenduristiyê yên ku li bajarên erdhejê dijîn re hefteyekê betlane hat dayîn û piştre jî ev personel hatin wezîfedarkirin. Me gelek caran gotiye, bi rêya xebatkarên tenduristiyê yên dildar vî barî bi cih bînin. Bangewaziya xebatkarên tenduristiyê yên ku malbatên wan çûne û malên xwe ji dest dane, dibe sedema xebateke bêserûber li wir. Ji ber ku ev kes ji aliyê psîkolojîk ve di rewşeke pir xerab de bûn. Banga wan ji bo erkê ne biryareke rast bû.
"Herî pir zarok û kesên nexweşiyên wan ên taybet hene mexdûr dibin"
Li bajarên erdhejê hê jî di warê paqijiyê de pirsgirêkên mezin hene. Şewba nexweşiyê her ku diçe berbelav dibe. Di nav van şert û mercan de herî pir zarok û kesên nexweşiyên wan ên taybet hene mexdûr dibin. Akengînî behsa van mexdûriyetan kir: Piraniya dermanan bi koordînasyona ku ji aliyê odeya dermanfiroşan ve hatiye avakirin, hatin dayîn. Lê gihandina hin dermanên taybet dijwar bû. Mesela dermanên nexweşên epilepsiyê, berçavk, cîhaza bihistine, nexweşên diyalîzê zehmetiyek dijwar derbas kirin. Her wiha xwarina ku tê konan, di warê kaloriyan de pir kêm e. Dibe ku di pêşerojê de ji bo zarokan bibe sedema pirsgirêkên mezin. Li Semsûrê tenê 2 avahiyên navendên tenduristiyê yên malbatê saxlem mane, yên mayî jî zirar dîtine. Di serî de Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê divê navendên tenduristiyê yên malbatan yên gerok aktîf bike û derzîlêdana zarokan dest pê bike.
"Ew mir in ez mam, çima ez mam?"
*Mehmetnur Ulus
Yek ji rêvebirên SESa Amedê Mehmetnur Ulus ku li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê dixebite, behsa trajediya mexdûrên erdhejê kir: “Ez li emeliyatxaneyê dixebitim. Piştî erdhejê ji Semsûrê, Meletî, Hatayê gelek nexweşên birîndar hatin. Nexweşên taybetî yên li Semsûrê bi derfetên xwe hatin nexweşxaneyê. Bifikirin ambulansek tunebû ku werin. Qet ji bîr nakim; şeva 6ê Sibatê nexweşek ji Semsûrê hatibû. Destê wî jê bûbû beyî mûdaxaleya yekem bi wê halê xwe, bi derfetên xwe hatibû. Wekî din jî nexweşên ku dihatin psikolojiya wan qet ne baş bû. Digotin, ‘Ez çima dijîm, ez çima nemir im? Malbatên me, dostên me, hevalên me tev mirin’. Yekî din jî digot: ‘Ez tevî malbata xwe di bin enkazê de mam, heta kêliya dawî jî me li ber xwe da. Min av da malbata xwe, em axivîn lê ew mirin, ez mam. Xwezî ez jî bimrama’. Yên ku di bin enkazan de mabûn digotin: ‘Ew mirin ez mam, çima ez mam’. Mexdûrên erdhejê heta dawiya emrê xwe dê vê trajediyê ji bîr nekin. Her çîrokek jiyana wan li ser me jî bandor kir. Lê derfetek me heye ew jî piştgiriye. Em piştgiriya xwe çiqas xurt bikin dê dêrûniya me jî baştir bibe.
"Hişmendiya erdhejê çênebûye"
Ulusî da zanîn ku rayedarên wezareta tendûristiyê pêdiviyên xebatkaran piştgûh kirine. Her wiha polîtikayên hikûmeta Tirkiyê ya erdhejê rexne kir: “Hevalên me di cihdîtinê de zehmetiyan dikêşin. Çapemeniyê weşand; li hinek cihan konteyner didin, li hin cihan nadin. Wexta tu li cihekî wisa bixebitî, ji bona westandinê da jî cihekî ku tu razê hebe, serê xwe bişoy, xwarinê bixwî, vana pêdiviyên jiyanê ne. Ev nebe kar nayê meşandin. Me dît ku ji bo erdhej û karesatan Tirkiye ne amade ye. Ji erdheja 1999an heta niha hişmendiya erdhejê çênebûye.”
Tişta sereke jiyana komînal e
Ji rêvebira SESa Amedê Eyûp Ay jî behsa nexweşên amputeyî kir û got: Dîtina nexweşên ampûteyî pir bi êş bû. Ji ber pîşeya me diviyabû em berxwedêr bin lê me nikarîbû li hemberî zarokên birîndar berxwedêr bin. Hevaleke me ya hemşîre her cara ku derman dida zarokekî ampûteyî ji odeyê derdiket û digiriya. Keçeke min jî heye. Dema tu van zarokan dibînî, bêguman bandorê le ti dike. Travmaya me jî heye. Ji ber ku em bi van nexweşan re re di nav têkiliyê de ne, tesîra wan li me zêde dike lê berpirsiyariyên me jî zêde dibin.”
Eyûp Ay piştre jî anî ziman ku, saziyên civakî û sendîka bi awayekî çalak xebitîne lê dewletê peywira xwe neaniye cih: “Me di vê erdhejê de dît ku dewlet bi rastî jî tune bû. Lê saziyên civakî û sendîka bi awayekî çalak dixebitîn. Me dît ku tişta sereke jiyana komînal e, mexdûrên erdhejê niha hewl didin ku bi jiyaneke komînal bijîn.
Dema erdhej çêbû, me hewl da bi derfetên xwe xwe bigihînin nexweşxaneyan. Em cara pêşîn çûn nexweşxaneyan lê gelek kes tune bû, birîndar hê nehatibûn. Wexta cara ewil em çûn nexweşxaneyan em ne bawer bûn ku derdoreke ewle ye, me nekarî malbatên xwe li cihekî ewle bihêlin.
Piştî erdhejê di roja 2. de hem ji Semsûrê hem jî ji Mereşê gelek birîndar hatin êdî li nexweşxaneyan cih nemabû û mixabin gelek nexweş ampûte bûbûn. Ji bo ku em hewcedariyên van nexweşan bi cih bînin me ji bo piştgiriya dêrûnî xebatan dikir. Ji ber ku xizmeta civakî ya nexweşxaneyê nekarî xizmetek têr û tije bike me serlêdana xizmetguzariyan kir. Ji bo refakatçiyan pirsgirêka peydakirina xwarin û cihê mayînê hebû. Ji bo van pirsgirêkan em bi rayedaren re diketin têkiliyê. Li nexweşxaneyan hê jî gelek nexweşên birîndar hene.” (RY/FD)