Fotograf: Roza Yiğit
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, têkildarî tûra duyemîn a hilbijartina Serokomariyê li Parka Xezalê ya li semta Ofîsê ya Yenîşehîrê civîneke çapemeniyê li dar xist. Tûra duyemîn a hilbijartina Serokomariyê wê di 28ê Gulanê de pêk bê.
Di daxuyaniyê de pankarta "Dengê xwe bide, xwedî li vîna xwe derkeve" hat vekirin. Li ser navê platformê endamê Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) Jiyan Karakaşî metna daxuyaniyê xwend.
“Hewl didin ku gelê kurd neçe ser sindoqan”
Karakaşî diyar kir ku, tûra yekemîn a hilbijartinê di nav pêvajoyeke ne hiqûqî de hatiye kirin. Karakaşî bal kişand ji bo girîngiya tûra duyemîn a hilbijartinê û wiha got: “Di vê hilbijartinê de nebikaranîna dengan dê bi xwe re gelek pirsgirêkan bîne. Nebikaranîna dengan dê rejîma otorîter a ku bi salan e bi siyaseta qeyûmtiyê vîna gel xesp dike, mafê girtiyên nexweş binpê dike, tekparêziyê dike, bi KHKyan dawî li karê bi deh hezaran kedkaran tîne, çapemeniya alîgir ava dike û kedkarên çapemeniyê dixe girtîgehan, mafê azadiya çapemeniyê binpê dike, azadiya fikr û ramanê tune dihesibîne, girtîgeh û dadgehan wekî çekeke li dijî azadiya fikr û ramanê bi kar tîne wêrek bike.”
Karakaşî bal kişand ser wê yekê ku, Tirkiye ber bi hilbijartineke dîrokî ve diçe, wî rewşa heyî ya ne demokratîk anî ziman û got: “Mixabin di her hilbijartinê de herikîna daneyan tê astengkirin. ji bilî nezelaliyên di derbarê ewlehiya hilbijartinê de, ji bo hilbijartinên tûra duyemîn hewl tê dayin ku têgihiştinek cidî bi rêya troll û hin navendan were afirandin da ku bi taybetî gelê kurd neçe ser sindoqan. Lê belê nêrîn û îdeolojiyên ku muxalefeta civakî diparêzin, ne xwedî derfet û îmkanên hikûmetê ne.”
“Xwedî li vîna xwe derkevin”
“Ev hilbijartin di şert û mercên wekhev û dadperwer de nehat kirin. Em bi qeyranên aborî re rû bi rû man, hiqûqa bi rejîma yek zilamî re tê meşandin. Îradeya gel hat paşguhkirin, mafên mirovan bi hinceta ewlehiya giştî hat paşguhkirin, jin di her qadên jiyanê de bi polîtîkayên mêtîngeriyê re rû bi rû man û rûxandinên ekolojîk ên ji bo rantê dibin pirsgirêkên mezin. Divê em vê rewşa heyî bidin ber çavan û bi vê hişmendiyê biçin ser sindoqan.”
Karakaşî di dawiya daxuyaniyê de bang li her kesî kir û got, guh li kesên ku ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê gel ji sindoqan dûr dixin nekin: "Em bang li gelê xwe dikin ku dengê xwe bide û xwedî li vîna xwe derkeve." (RY/FD)