Vîdeo: Roza Yiğit, Fotoğraf: AA
Li Amedê kelecana hilbijartinê ya beriya 14ê Gulanê, ji ber tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê û windakirina dengên Partiya Çepên Kesk kêm bûye. Me ji niştecihên Amedê pirsî ku wê di tûra 2yemîn ya hilbijartina Serokomariyê de wê dengê xwe bidin kê? Welatiyan fikir û nêrînên xwe ji bianetê re gotin. Hin welatiyan YSPê, hin ji wan jî helwesta Kiliçdaroglûyî rexne kirin.
Tevî vê rewşê, beşeke zêde ji amediyan gotin, “Ne bi dilê me ye lê em ê dengê xwe dîsa bidin Kemal Kiliçdaroglûyî.”
Di 14ê Gulanê de Kiliçdaroglu li Amedê bi rêjeya ji sedî 71,96 651 hezar û 793 deng standibû. Rêjeya beşdarbûnê ji sedî 82 bû. Serokomar Erdogan jî ji sedî 26,48 239 hezar û 827 deng girtibû. YSPê li Amedê 8 wekîl, AKPê 3 wekîl, CHPê jî piştî 30 salan wekîlekî xwe derxistibû.
(RY/FD)