Beriya Hilbijartina Giştî ya 7ê Hezîrana 2015an di teqîna ku di 5ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê li mîtînga HDPê pêk hat de 5 kes mirin û zêdeyî 400 kes jî birîndar bûn.
Însiyatîfa Malbatên 5ê Hezîranê, welatiyên ku di êrîşa bombeyî ya DAIŞê ya li dijî mitînga HDPê ya 5ê Hezîrana 2015an de jiyana xwe ji dest dan, li Qada Îstasyonê bi bîr anîn. Di bîranînê de pankarta “hûn nayên ji bîr kirin, di tekoşîna me de dijîn” hate vekirin.
Malbatên kesên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dan, Parlementerên Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya û Newroz Uysal, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gulîstan Atasoy û Zeyad Ceylan, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altûn, Tevgera Jinên Azad (TJA), Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, sazî û dezgehên sivîl û gelek kes tev li bîranînê bûn.
Atasoy: Xwestin gel teslîmî hegemonyaya tirsê bikin
Hevseroka Giştî ya HDPê Gulîstan Atasoyê, piştî ku kulîlk li ber trafoya ku teqîn lê pêk hat hiştin, daxuyanî da û got, "Dema ku Tirkiye ber bi hilbijartinên 7ê Hezîranê ve diçû, hinekan xwest ji bo li vî welatî bibin desthilat tarîtiya xwe xistin dewreyê. Xerabiya birêxistinkirî di 5ê hezîranê de 5 welatiyên me kuştin û bi dehan welatî jî birîndar kir û pişt re jî komkujiyên hê mezintir kirin. Xwestin gel teslîmî hegemonyaya tirsê bikin."
Atasoyê, bal kişand ser êrîşên din ên piştî êrîşa bombeyî ya 5ê Hezîranê ya li Tirkiyeyê û wiha dewam kir: “Sîlsîleya qetlîaman ku di 5ê hezîranê de destpêkirî, li Pirsûsê 33 ciwanên me ku qasidên aştiyê bûn û li Enqere jî 104 welatiyên me ji me stand. Daraza ku li Pirsûs û Enqere nehatiye pêk anîn li Amedê jî nehat pêkanîn. Hûn çi bikin jî ev gel vîna xwe nade destê we. Berdela wê mirin be jî em paşve gav navêjin. Di şexsên şehîdên 5ê hezîranê de hemû hevalên me yên ku me winda kirin bi bîr tînim.”
Kurûl: Hûn dikujin, lê dîsa em terorîst in
Di bîranînê de birayê Necatî Kurulî ku di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest da Hayatî Kurûlî jî axaftinek kir. Kurûlî: “Ji bo 5ê Hezîranê slogana her kesên li ser vê xakê dijîn aştî ye. Yên bombeyan diavêjin girseya li vir kom bûne nizanin aştî çi ye. Hê jî bi wezîr û hikûmeta xwe re bi awayekî bêşerm dibêjin ‘Ew terorîst in’ Ger em terorîst in, hûn li ku bûn? Em dimirin, hûn dikujin, lê dîsa jî em terorîst in. Van kesan çi sûc kirine?”
Kaya: Em tu carî dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin
Piştî Kurûlî, parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kayayê jî axivî û got:”Yên ku wê rojê bûn sebeba vê qetlîamê, hê jî li vî welatî di nava desthilatdariya AKP û MHPê de hebûna xwe didomînin. Bi vê hêzê vî welatî birêve dibin. Ji ber ku aştî dixwestin, ji ber ku ji bo aştiyê şer dikirin, mirovan qetil kirin. Lê me tu carî dest ji têkoşîna xwe berneda. Ew ê tu carî negihêjin encama ku dixwazin. Heta aştî, wekhevî, azadî û zemîna demokratîk ava bibe wê têkoşîna me bidome. Em tu carî dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernadin. Em hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.”(RY/AY)