Amed yek ji wan bajaran e ku bandora erdheja 6ê Sibata 2023an lê bûbû. Ev bandor hîn jî li kuçe, kolan û avahiyên bajêr diyar in. Li gorî daneyên ku çavkaniyên fermî eşkere kiribûn, li Amedê 22 avahî hilweşiyane, 66 avahî pêwîst e bi lez û bez hilweşînin, ziyaneke mezin li 3 hezar û 252 avahiyan, ziyaneke navîn li 2 hezar û 828 avahiyan û ziyaneke sivik li 32 hezar û 652 avahiyan bûye.
Piştî demekê hat ragihandin ku navendeke koordînasyonê ava bûye û di vê navendê de Walî, AFAD, Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê, Şaredariya Bajarê Mezin û şaredariyên navçeyan ên Amedê hene. Vê navendê dest pê kir ku avahiyên ziyandîtî diyar bikin.
Sekreterê Şaxa Amedê yê Odeya Endezyarên Înşeatê Zekî Şîmşek û Hevseroka Şaxa Amede ya Odeya Endezyarên Hawirdorê Nujiyan Yildirimê rewşa dawî ya dema hilweşandina avahiyên ziyandîtî, ji bianetê re nirxandin.
"Guhertina biryarê mirovan mexdûr dike"
Li gorî rapor û nirxandinên saziyên sivîl, avahiyên bi awayekî navîn û bi giranî zirar dîtine, yên hîn nehatine hilweşandin, ji bo van avahiyan tedbîrên ewlehiyê nayên wergirtin. Piştî lêkolînên analîzkirina ziyanan ên piştî erdhejê hatin kirin, avahiyên ziyana navîn û zêde li wan bûne, hatin valakirin. Her weha destûra hinik welatiyan dan ku bi awayekî kontrolkirî kelûpelên xwe ji malên xwe werbigirin.
Dema li Amedê xwediyên xaniyan derî, pencere û kelûpelên xwe yên din ji xaniyên xwe yên ziyandîtî derdixistin, li dora wan ti tedbîrên ewlehiyê nehatin girtin. Heta hin dikan hene ku di bin hin avahiyên ziyandîtî de ne lê hîn jî xebatên xwe didomînin.
Di vê demê de pêşiyê, saziyên peywendîdar ji bo hin avahiyan gotibûn ziyanên mezin li wan bûne lê paşê ev biryar hatibûn guherandin û gotibûn ziyanên sivil li van avahiyan bûne. Xwediyên van xaniyan, ji ber vê rewşê bi gilî û gazindin û ew dibêjin, mexdûr bûne.
Sekreterê Odeya Endezyarên Înşeatê yê Şaxa Amedê Zekî Şîmşekî derbarê gilî û gazindên welatiya de diyar kir û got, “An hin welatiyan eşyayên xwe yên wekî derî, pacê û mîna wan derxistin an jî di hin rewşan de eşyayên wan hatin dizîn. Piştre jî malên wan vegerandin malên ku ziyaneke sivil lê bûye û dewlet hew 10 hezar lîre alîkariya pereyan û ya kirê dide wan.”
Şîmşekî destnîşan kir ku “Dema ku avahî hinekî xisar dîtibe, pêwîste bi xebatên temîrkirinê bê nûkirin lê nûkirina van tiştan hema hema bi qasî avakirina xaniyek nû lêçûn jê re divê."
Zekî Şîmşekî bal kişand li ser wê kêmbûna karkerên înşeatan û bi van gotinan berdewam kir: “Ne rast e ku xwediyên ziyan di asta navîn û zêde li wan bûne, di meha Mijdar û Kanûnê de li herêma Oğlakli ya navçeya Baglara Amedê û li gundên Hazro û Licê avakirina avahiyên 3-4 qatî temam bikin. Piştî erdhejê peydakirina karkerên ku di înşeatan de bixebitin zehmet bûye.”
Li gorî texmîna Zekî Çelîkî heta dawiya salê, xebatên hilweşandina avahiyên li Amedê yên ziyandîtî wê biqede.
"Hilweşandin ne li gorî rêziknameyê ye"
Yek ji mijarên din ên bûye mijara nîqaşê, hilweşandina avahiyan e. Li navçeyên Bağlar û Yenîşehîrê saziyên peywendîdar dest bi hilweşandina hin avahiyan kirin. Di dema hilweşandinan de li bajêr ewrên tozê çêdibin,
Odeya Endezyarên Hawirdorê (ÇMO) ragihand ku şîrketên îhaleya hilweşandinê wergirtine, ne li gorî rêziknameyê avahiyan hildiweşînin û ji ber vê rewşê ew ê giliyên wan bikin.
Derbarê mijarê de Hevseroka Şaxa ÇMOyê ya Amedê Nujiyan Yildirimê, daxuyaniya Şaxa Amedê ya Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirkiyeyê (TMMOB) bi bîr xist. Yildirimê got ku li gorî rêziknameyê, divê hilweşandin ji jor ve dest pê bike û ber bi jêr ve were û ji banî heta binî, qat bi qat bermahiyên ku derketin ji wir bibin:
“Lê di pratîkê de wisa naxebitin. Hema hema her roj avahiyan hildiweşînin û toza zêde çêdibe. Bi vê tozê re gelek malzemeyên avahîsaziyê, bi taybetî asbest, dikevin nava hewayê û ji bo tenduristiya mirovan xetereyê çêdikin. Ji ber vê yeke, di qonaxa yekem de me, odeyê ji Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Midûriyeta Şopandin û Koordînasyona Veberhênanê (YÎKOB) re name nivîsandin û bal kişand li ser wê yekê ku pêvajoya hilweşandinê ne li gorî rêziknameyê pêk tê. Lê dema ku me bersiva nameya xwe negirt û hilweşandin bi binpêkirina rêziknameyê berdewam kir, me giliyê saziyên pêwendîdar kir.”
“Kedkar û welatî di bin rîskê de ne”
Yildirimê anî ziman ku divê di dema hilweşandinê de herêm bênavber bê avdan. Li gorî çavdêriyên wan, li hin qadên hilweşandinê amûrên avdanê jî tunebûn:
“Li 16 taxên Amedê xebatên hilweşandinê didomin.. Di rêziknameyê de ‘avdana bênavber’ heye û xaleke mecbûrî ye. Em dibînin ku avdanî li hin deverên hilweşandinê tê kirin, lê em dikarin bibêjin ku bi giştî têrê nake. Pirsgirêkeke din jî pêvajoya veqetandina çopê ye. Em dibînin ku ji bilî madeyên ku dê ji vezîvirandinê pereyan qezenc bikin, madeyên din ji hev cuda nakin. Li aliyê din, li qadên hilweşandinê ewlehiya jîngehê nayê girtin, ji bo tenduristî û ewlehiya kar tedbîr nayên girtin û ev yek ji bo karkerên li qadê dixebitin û ji bo welatiyan, xeteriyeke mezin çêdike." (BA/FD)