Waliyê Enqereyê 39 hezar ajalên ku li kolanan dijîn birin kîderê?
Waliyê Enqereyê Yakup Canbolat di 1ê Tîrmehê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek parve kiribû û gotibû: "Di sala 2024an de hatibû diyarkirin ku li kolanan 52 hezar ajal dijîn. Di xebatên komkirinê de heta îro 52 hezar temam bûye.” Ajalparêzan bertek nîşanî daxuyanî dan.
“Kapasîteya sitargehên ku 13 hezar bûn, çawa derket 52 hezaran?”
Seroka Federasyona Perwerde, Agahdarkirin û Projeyên Parastina Xweza, Mirov û Ajalan Tulay Danacioglu, di nirxandina xwe ya ji bo rojnameya Cumhuriyetê de daxuyaniya Waliyê berê yê Enqereyê Vasip Şahin a meha Gulanê bi bîr xist ku gotibû: "Li Enqereyê nêzî 52 hezar ajalên li kolanan dijîn hene, kapasîteya giştî ya stargehên ajalan ên Enqereyê jî 13 hezar û 45 e." Danacioglu li ser vê yekê got: “Tu derfeta vê yekê tune ye ku kapasîteya sitargehan a 13 hezarî, îsal derketibe 52 hezaran. Heke wisa be jî, mirov dipirse ku 'Ev ajal li kîderê ne?'”
Waliyê Enqereyê Canbolat çi gotibû?
Waliyê Enqereyê Yakup Canbolat, di 1ê Tîrmeha 2026an de li ser hesabê xwe yê Xê ragihandibû ku di nav sînor bajar de 52 hezar ajal dijîn û hemû hatine komkirin.
Vasip Şahin: "Kapasîteya sitargehan 13 hezar û 45 e"
Lê belê, waliyê berê Vasip Şahin di 29ê Gulana 2025an de, di axaftina xwe ya li Civîna Komisyona Mafên Ajalan a Bajar de diyar kiribû ku tê pêşbînîkirin li Enqereyê hejmara kûçikên li kolanan dijîn derdora 52 hezarî de ye. Şahin dabû zanîn ku kapasîteya stargehên heyî 13 hezar û 45 e, hevkariyên wan ên bi sektora taybet û saziyên sivîl re yên derbarê stargehên taybet ên ajalan de berdewam dikin û ragihandibû ku di nav 3 mehan de 7 hezar û 452 kûçik ji kolanan hatine komkirin û li stargehan hatine bicihkirin. Ev daxuyanî ji hêla TRT Haber, Ajansa Anadoluyê (AA) û beşeke mezin a medyaya belavbûyî ve hatibû weşandin. Civîn Walîtiya Enqereyê pêk hatibû û qeymaqam, şaredar, nûnerên hin saziyên sivîl û akademisyen beşdar bûbûn.
Waliyetiyê îdîa kiribû ku hemû ajalên li kolanan dijîn ên li Enqereyê hatine komkirin. Lê ji bo ev tişt rast be, divê bersiva vê pirsê were dayîn: 'Gelo 39 hezar ajal li ku derê tên parastin?' Nûçegihanên ku li dû vê pirsê ketin, bi Seroka Federasyona Parastina Xweza, Mirov û Ajalan Tûlay Danacioglu re axivîn û wê jî da zanîn ku agahiyên waliyetiyê ji rastiyê dûr in.
Danacioglu di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnameya Cumhuriyetê de ev tişt anîn ziman:
"Heta sala 2028an dem hatibû dayîn, fêdeya vê lezgîniyê ji bo kê heye?"
“Di şert û mercên asayî de xebatên geşepêdanê yên sitargehên şaredariyan di rojevê de bûn. Heta sala 2028an dem hatibû dayîn. Em ji dema ku guhertina qanûnê hatiye kirin û vir ve dipirsin ka kûçikên ku bêyî mezinkirina sitargehan hatine komkirin birine kîderê. Ev rewş ji bo tevahiya Tirkiyeyê derbasdar e. Şert û mercên heyî yên sitargehan, ne ji bo jiyana kûçikên li wir in, ne jî ji bo bicihkirina yên ku nû tên civandin guncav in.
Çênabe ku kapasîteya sitargehan a ku 13 hezar bû, îsal derketibe 52 hezaran. Heke wisa be jî, mirov dipirse ka ev ajal li ku derê ne? Hûn kapasîteya sitargehên hemû navçeyan bidin ser hev, nîvê 52 hezarî nake. Heta sala 2028an dem heye. Fêdeya kê di civandina lezgîn a van ajalan de heye? Ev yek ji bo çi tê kirin? Tundî heta asta temenê dibistana seretayî daketiye. Rêjeya cînayetên li dijî jinan zêde dibe. Di demekê de ku divê ev pirsgirêk werin çareserkirin, wan berê xwe daye ajalên bêziman û bêparastin. Gelo dema we ajal civandin, hûn ê civakek ewledar bi dest bixin?”
Paşxane
Pêvajoya li seranserê Tirkiyeyê, dispêre guhertinên bingehîn ên di Qanûna Parastina Ajalan a hejmar 5199ê de ku di Tîrmeha 2024an de ji aliyê Meclîsê ve hatibû pejirandin û ketibû meriyetê.
(AEK/AY)