Şîrovekarê TVyê Cem Kuçuk bi tohmeta “belavkirina agahiyên xapînok” û “şantajê” ’ hat destserkirin
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku qunciknivîs û şîrovekarê televîzyonê Cem Kuçuk di çarçoveya lêpirsînekê de hatiye desteserkirin û Kuçuk bi îdiaya ku “agahiyên xapînok belav kiriye” tê sûcdarkirin.
Serdozgeriyê derbarê lêpirsînê de çi hurgilî parve nekiriye.
Kuçuk ku wekî alîgirê AKP û Erdoğan tê nasîn. Hefteya borî vegera Kılıçdaroglu ya ji bo serokatiya CHPê bi tundî rexne kiribû.
Lê belê piştî guherînên di nav CHPê de rû da, nêrîna Kuçuk jî guherî û di 27ê Tîrmehê de dev karên xwe yên li kanala TGRT Haber û rojnameya Tirkiyeyê berda bû.
Kuçuk hefteya borî, piştî ku Ozgur Ozel bi biryara “betalkirina mitleq” neçar ma dev ji serokatiya giştî ya CHPê berde û Partiya Nû damezrand, gotibû ku ev Partiya Nû dê di hilbijartinên pêş de CHPê li paş bihêle. Kuçuk, Serokê Giştî ê berê Kemal Kiliçdaroglû jî bi van gotinan rexne kiribû:
“Kemal Kiliçdaroglu xwe diqedîne. Piştî biryara betalkirina mitleq di çavê piraniya hilbijêrên CHPê de tu qîmet û îtibara wî nemaye. Jixwe di hilbijartina yekem de dê bi ser nekeve. Jixwe wisa dixuyê ku xema wî zêdetir tolsendina siyasî ye.”
(AEK/AY)