Ji bo nivîsa Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Dibêjim qey min di sefa yekem a xwendina navê de dixwend. Tê bîra min çenteyekê min ê reş di destê min de bû. Zivistan bû. Dinê dikir tarî bibe. Kolan bi zarokên ji dibistanan derketîn û karmendên ji kargehan derketîn tejî bûbû. Baran dibariya, wexma ti caran terka bajrî nedikir, zêde û tîr dibû.
Li caddeya herî qerebalixa Trabzonê, li caddeya Uzunê – li cihekê ku di navbera dikana kitêbfiroşiyê ya kekê Mehmet û sînemaya Sarayê bû- mêrekê li pêşiya min dest bi liv û tevgerê kir. Zopek an borîyeka hêsinî ji bin qapûtê xwe derêxist, wî pêşiyê ew li pişta ciwanekê li rexa parqê sekinî da paşê li serê wî da.
Dema ew reben di nava xwînê de li erdê digevizî mêrikê dî reviya. Goleka xwînê li rexa serê wî çêbûbû, komeka mirovan bi dengê bimebimê li dora wî ciwanî kom bûbû. Ez ji ber ku ji nêzîk ve bûbûm vê bûyera diltezîn tirsiyam û ketim kelecanê.
Dema min bi mereqdariyê li wî kesê li erdê dinêrî hinekan hewil da wî ji erdê rake. Dema wê komê ez bi paş de avêtim ciwanê serê wî şikestî ji ber çavê min çû, ez reviyam û dûr ketim.
Ya rastî dema li xwe mikûr bêm dikarim bibêjim ku ew kelecana min ji ber wê yekê bû ku ji nişkê ve çîrokeka min çêbû ku xwîn tê de bû. Ez bûbûm şahidê kuştineka mûazam. (Dibe ku nemirîbe lê hingê ne ew çend giring bû.)
Li caddeya Uzunê li rêya mayî bi lez çûm û giham dikaneka bi dûmana cixareyê bêhin ketiyê. Heft heşt kesên li dikanê pêşiyê berê xwe da min û paşê sohbeta xwe dom kir.
Ya rastî ez keyfxweş bûm ku wan bala xwe neda min, min nedixwest ew bala xwe bide min û bibînin ku ez ditirsim-kovikên min direcifîn- lê ti tiştan nedikarîn bibin asteng ku meseleya şikênandina serîyî bibêjim.
Wê komê belkî cara sedê bû ku heman tişt dubare dikirin û welê nedixweyan ku dê guhdariya min bikin. Wan li ser kuştina hirçekê diaxivîn, ji beriya çend mehekê bavê min li bajarê Wanê kuştibû. Wî demekê dirêj hirç teqîb kiriye, dema pey hirçê çûye li teht û nizaran asê maye, paşê kuştiye û kevilandiye, paşê ji bo derman e bezê hirçê ji kelaşê wê kiriye. Wî karî ew qasê mextê wî biriye ku dema karê xwe qedandiye dinê tarî bûye.
Di wê tariyê de wî kevilê hirçê daniye ser milê xwe, tifenga wî di destê wî de mecbûr bûye bi wan tehtan de bê xwarê. Ew du daran ketiye, destê wî xelaye û paşiyê kariye bigihe tirimbêla xwe.
Wan serhatiyên xwe yên ji bo nêçîrê bi vî awayî digotin û pey hev rêz dikirin. Paşê qêrûvêra wan hat, îştaha min a ji bo gotina serhatiya şikênandina serî çû. Min guhdariya sohbetê kir.
Jineka piyangofiroş hat dikanê. Ti kesan bala xwe nedayê. Min ji xwe şerm kir.
Paşê civat bi ken belav bû. Di rê de min serhatiya xwe ji bavê xwe re got. Bertekên wî ne wek min texmîn dikir bû. Me ji firina Rûştîyî nan kirî. Dema em çûyîn malê baran bariya. (TP/APA/MB)
* Xêz: Kemal Gokhan Gurses
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
Ev kampanya di Bernameya Sivil Düşün ya Yekîtîya Ewropayê de bi piştgiriya Yekîtîya Ewropayê(YE) hatiye amadekirin. Naveroka vê kampanyayê û berpirsiyariya wê bi temamî ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, ne nêrînên YEyê ne. |