Serokê MÎTê bi rayedarên Herêma Kurdistanê û İraqê re civiya: Rojev ewlekarî û pêvajoya aştiyê bû
Serokê Teşkilata Îstîxbarata Neteweyî (MİT) Îbrahîm Kalin, duh (1’ê Tîrmehê) ji bo bihêzkirina hevkariya “ewlehî” û îstîxbaratê bi rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê re civiya.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokomariya Iraqê; Kalin li Bexdayê ji aliyê Serokkomarê Iraqê Nîzar Amêdî ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de Amêdî destnîşan kir ku di çareserkirina krîzan de diyalog û hevtêgihîştin pîvanên sereke ne. Amêdî her weha bal kişand ser giringiya xebatên hevpar ên ji bo parastina ewlehiya li dijî “gefên ser sînoran” û avakirina hawirdoreke aramtir a li herêmê.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê Serokê MİTê jî diyar kir ku Tirkiye bi biryar e ku di her warî de koordînasyon û hevkariya xwe ya bi Iraqê re bidomîne. Kalin da zanîn ku armanca wan ew e ku mekanîzmayên xebatê yên di navbera saziyên pêwendîdar ên her du welatên cîran de hîn zêdetir pêş bixin.
Together with President Bafel Jalal Talabani, I welcomed Ibrahim Kalın, Head of Türkiye’s National Intelligence Organization (MİT). We reaffirmed our support for the peace process in Türkiye and emphasized the importance of further deepening cooperation in a way that serves the… pic.twitter.com/RfENxmXUGO
— Qubad Talabani (@qubadjt) July 1, 2026
Talebanî: Me careke din piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê anî ziman
Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin li Herêma Kurdistanê jî bi Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP) Mesûd Barzanî û piştî demeke dirêj cara yekem bi Rêberê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re civiya.
Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku di hevdîtinê de tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Tirkiyeyê de hat kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin:
"Di hevdîtinê de her du aliyan pêşhatên dawî û guherînên li herêmê û astengiyên li ber aramî û ewlehiya herêmê gotûbêj kirin. Tekezî li ser bipêşxistina pêwendiyan û hevahengiya di navbera Herêma Kurdistanê, Îraq û Tirkiyeyê de ya di warên cuda de hat kirin."
Li gorî daxuyaniya YNKê jî di civînê de pêwendiyên dualî, aramiya herêmê û mijara pêvajoya çareseriyê hatin gotûbêjkirin.
Her weha di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên li Îraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin û bal kişandin ser giringiya parastina aramiya herêmê.
Yek ji mijarên sereke yên civînê pêvajoya çareseriyê bû
Li gorî nûçeya medyaya YNKyê, Bafil Talebanî di civînê de behsa pêvajoya çareseriyê kir û anî ziman:
"Ji bo gihîştina aştiyeke berfireh ku xizmeta ewlehî û aramiya hemû Rojhilata Navîn bike û ji bo serdestkirina çanda bihevrejiyanê, em dê heta ku ev gava giring û dîrokî bi ser bikeve di xeta Serok Mam Celal de hewlên xwe bidomînin."
Di dawiya civînê de her du aliyan li ser wê yekê li hev kir ku li ser bingeha parastina berjewendiyên bilind pêwendiyên dualî bêhtir werin bipêşxistin.
Qubad Talebanî jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û wiha got:
“Di hevdîtinê de me careke din piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê tekez kir û me bal kişand ser giringiya kûrkirina hevkariyê bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkiyeyê bike.”
Tê payîn ku Kalin îro jî hevdîtinên xwe yên li Iraq û Herêma Kurdistanê bidomîne.
(TY/AY)