Seroka Şaredariya Uskudarê Sinem Dedetaş di çarçoveya lêpirsîna li dijî Şaredariya Uskudarê de di 29ê Tîrmehê de hatibû desteserkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê yên Dedetaşê û 5 kesên ku pêre hatibûn desteserkirin, birin edliyeyê.
Di çarçoveya heman lêpirsînê de di pêle duyemîn a operasyonê de, Cîgirê Serokê Şaredariyê Ceyhun Unlu jî di nav de ji bo 6 kesan biryara desteserkirinê hatibû dayîn.

Seroka Şaredariya Uskudarê Sinem Dedetaş hat desteserkirin
Di operasyonên ku li ser 11 navnîşanên cûda hatin kirin de, navên kesên hatine destserkirin ev in:
Sekreterê Taybet ê Seroka Şaredariyê Alihan Koçoglu, Mîmar Burçin Çevik, Adem Altintaş û karsaz Bulent Orhan Tozkoparan.
Gumanbar, piştî îfadeyên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Hate ragihandin ku pêvajoya edlî ya derbarê lêpirsînê de berdewam dike.
(FY/AY)

