Seroka Şaredariya Uskudarê Sinem Dedetaş hat desteserkirin
Ji aliyê Serdozgariya Komarê ya Anadoluya Stenbolê ve li dijî Şaredariya Uskudarê operasyon hat kirin.
Di lêpirsîna ku bi îdîaya “di pêvajoyên destûra avahî û îskanê de gendelî hatine kirin” de, Seroka Şaredariyê Sinem Dedetaş û Cîgirê Serokê Şaredariyê Ceyhun Unlu jî di nav de 6 kes hatin desteserkirin.
Li Stenbolê di serdagirtina 11 navnîşanên cuda de polîsan dest danîn ser gelek materyalên dîjîtal.
Li gorî daxuyaniya Serdozgariyê, lêpirsîn li ser îxbar, beyanên karsazan û îfaderyên hin gumanbaran hat destpêkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de hatiye îdîakirin ku Cîgirê Serokê Şaredariya Uskudarê F.D., Şêwirmendê Serok U.M., Rêveberê Qelema Taybet A.K., Rêveberê Giştî ê Kent AŞê N.A. û hin xebatkarên yekîneyên têkildar ên şaredariyê di pêvajoyên destûra avahî û îskanê de bêusûlî kirine.
Serdozgariyê ragihand ku di navbera Kent AŞyê û muteahîdan de bi giştî milyar û 78 milyon û 870 hezar û 833 TL peymanên 'xizmeta şêwirmendiyê' hatine îmzakirin.
Di daxuyaniya ku spertine daneyên MASAKê de hat îdîakirin ku di çarçoveya van peymanan de 361 milyon û 392 hezar û 264 TL hatine wergirtin.. Dozgeriyê îdîa kir ku muteahîd neçar kirine da ku ji bo wergirtina destûra avahiyê bi Kent AŞê re peymanê îmza bikin.
Di projeyên mezin ên înşatê de jî hat îdîakirin ku bi koordînasyona Şêwirmendê Serokê Şaredariyê U.M. û Rêveberê Giştî ê Kent AŞ’ê N.A., ji muteahîdan bi dolaran pere hatine daxwazkirin.
(EMK/AY)