Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê wê dest pê bike
Serlêdanên 2emîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) ve tê lidarxistin dest pê dike.
Serlêdan di 8ê Hezîran de dest pê dike û di 25ê Îlonê de jî bi dawî dibe.
Xelatgirên 1emîn xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz diyar bûn
MKGê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji bo serlêdanan bang kir û wiha got:
“Ji jinên ku şahidiya demê dikin re bang dikin. Serlêdana 2emîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku dilê xwe li heqîqetê neqişandiye dest pê dike. Serlêdan wê di navbera 8ê Hezîran û 25ê Îlonê de bên kirin.”
Derbarê Gurbetellî Ersozê de
Gurbetellî Ersoz di sala 1965an de li gundê Ziverê navçeya Palû ya Xarpêtê ji dayik bû. Gurbetellî Ersoz ku dibistana seretayî li gundê xwe xwend, dibistana navîn li Edeneyê xwend. Gurbetellî Ersoz ku ji Beşa Kîmyayê ya Zanîngeha Çûkûrovayê mezûn bû, mastera xwe di warê “Jîngeh û Enerjiyê” de qedand û wekî alîkara kîmyayê xebitî.
Wê di sala 1993yan de li rojnameya Ozgur Gundem dest bi xebata rojnamgeriyê kir û di demek kurt de bû gernîndeya rojnameyê. Ersoz yekem jin e ku Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya li Tirkiyeyê kiriye.
Gurbetellî Ersoz di 8ê Cotmeha 1997an de li Herêma Kurdistanê di şerekî qewimî de jiyana xwe ji dest da. Di 7ê Cotmehê de weke “Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd” hate bîranîn û bû remza rojnamegeriya jinan. Wê bi helwesta xwe ya wêrek di Çapemeniya Azad de pêşengiya medyaya Kurdî kir.
Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê hatin dayîn
(EMK/AY)