Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji ber Cejna Zimanê Kurdî îsal jî bernameyeke ji çalakiyên curbecur amade kir.
Çalakiyên ku ji aliyê Rêvebiriya Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a ser bi Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî ve têne organîzekirin, dê di 10, 15 û 17ê Gulanê de werin lidarxistin.

Bernameya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî diyar bû
Bezîn
Çalakiya yekem a bernameyê dê di 10ê Gulanê de were kirin. Di çalakiyê de ku rastî Roja Dayikan tê, beza bi navê "Em ji bo zimanê dayikê dibezin" dê were lidarxistin.
Bernameya ku dê saet di 10.00an de dest pê bike, di saet 11.00an de dê starta wê were dayîn û di navbera Sumerpark û Meydana Deriyê Çiyê de were kirin. Di çalakiyê de welatî dê ji bo balê bikişînin ser zimanê kurdî werin ba hev.

Li Mêrdînê bernameya 15ê Gulanê aşkere bû
Lîstika "Moraşîn"
Di 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî de jî çalakiya şanoyê heye. Lîstika bi navê "Moraşîn" ku dê saet di 20.00'an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê were pêşandan, dê derkeve pêşberî temaşevanan.
Di çarçoveya bernameyê de ji bo zarokan jî çalakî hatine amadekirin. "Şahiya Zarok û Ciwanan" a ku dê di 17ê Gulanê de li Sumerparkê were lidarxistin, dê di navbera saet 11.00 û 17.00'an de be.
Her weha di çalakiyê de dê xebatên atolyeyê, nîşandana kûkelan, muzîk, rîtm, drama û lîstikên zarokan werin organîzekirin.
Girîngiya 15ê Gulanê ji bo kurdî
Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hat derxistin.Kovara Hawarê ji ziman, çand û nasnameyê bigire heta wêjeyê, di gelek qadên rewşenbîrî de şoreşeke mezin pêk anî.
Ji wê rojê ve 15ê Gulanê ji bo kurdan xwedî girîngiyekî mezin e û taybet e. 15ê Gulanê di sala 2006an de weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û gelê Kurd jî ji sala 2007an ve her sal 15ê Gulanê weke "Cejna Zimanê Kurdî" pîroz dikin.
(AY)

