Platforma Ziman, Çand, Huner û Wêjeyê ya Mêrdînê, deklarasyona 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bi dirûşma “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” aşkere kir. Daxuyanî li Parka Karayoluyê ya li navçeya Artukluya Mêrdînê hat dayîn û nûnerên partiyên siyasî, saziyên demokratîk û gelek welatî beşdar bûn.
Di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimannasê Kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hat derxistin.Kovara Hawarê ji ziman, çand û nasnameyê bigire heta wêjeyê, di gelek qadên rewşenbîrî de şoreşeke mezin pêk anî.
Ji wê rojê ve 15ê Gulanê ji bo kurdan xwedî girîngiyekî mezin e û taybet e. 15ê Gulanê di sala 2006an de weke “Roja Cejna Zimanê Kurdî” hat ragihandin û gelê Kurd jî ji sala 2007an ve her sal 15ê Gulanê weke "Cejna Zimanê Kurdî" pîroz dikin.
"Têkoşîna me ne tenê ji bo kurdî ye, ji bo çand û zimanê hemû gelan e"
Metna deklarasyonê ji aliyê Sekreterê Giştî yê Komeleya Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê (KOM KURDÎ) Mehmet Veysİ Arpa ve hate xwendin. Arpa bal kişand ser êrişên li ser zimanê Kurdî û got:
“Li hin deran hîn jî zimanê Kurdî tê qedexekirin. Yan jî kesên bi Kurdî diaxivin rastî êrişan tên. Em careke din ji vir radigihînin; divê hemû êriş û qedexeyên li ser ziman tavilê werin rakirin. Divê zimanê Kurdî li her derê, li her kolanê û li her saziyeke perwerdehiyê were qebûlkirin. Zimanê dayikê wekî nan û avê pêdivî ye.”
Parlamentera Mêrdînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bêrîtan Guneş Altin jî bal kişand ser pirçandiya Mêrdînê û got:
“Armanc û têkoşîna me ne tenê ji bo zimanê Kurdî ye, ji bo ziman û çanda hemû gelan e. Mêrdîn di aliyê zimanan de mîna baxçeyê gulan e. Geşkirina vî baxçeyî kelecan û kêfxweşiyeke mezin dide me.”

Bernameya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî diyar bû
Bernameya Cejna Zimanê Kurdî ya 15ê Gulanê weha ye:
“15 Gulanê: Vekirina Komeleya Zimanê Kurdî ya Mezopotamyayê (KOM KURDÎ). Piştî meşa ku dê ji ber avahiya PTTê ya Artukluyê dest pê bike, li Parka Karayoluyê dê daxuyanî bê dayîn.
16ê Gulanê: Li Qoserê li Qada Azadiyê kursiya gel dê bê danîn.
17ê Gulanê: Li Nisêbînê atolyeyên ciwan û jinan dê bê lidarxistin.
19ê Gulanê: Li navçeya Artukluyê der barê êrişên li ser zimanê Kurdî de semînerê bê lidarxistin.
20ê Gulanê: Li navçeya Kerboranê dê şahî bê lidarxistin.
21ê Gulanê: Li navçeya Dêrikê sînevîzyonê bê nîşandan û panelê bê lidarxistin.
23ê Gulanê: Li Qoserê li gundê Hêşeriyê atolyeya zarokan dê bê lidarxistin.
24ê Gulanê: Li navçeya Şemrexê dîwana dengbêjan dê bê lidarxistin.
30ê Gulanê: Li Mêrdînê konserê bê lidarxistin û şano bê lîstin.”
(AY)

