Şandeya Îmraliyê: Piştî hevdîtinê bi Erdogan re divê em bilez bi Ocalan re jî hevdîtinê bikin
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), ji bo ku bi Serokkomar Recep Tayyip Erdogan re bicive ji Parlamentoyê derket.
Şandeyê, li ber Avahiya Serokatiya Meclisê ya Bloka Eyê bersiva pirsên rojnamevanan da û paşê derbasî Kulliyeya Serokkomariyê bû.
Hevdîtin, li derdora saet 16.30an dest pê kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Pervîn Buldanê bi lêv kir ku ew dê hevdîtineke girîng bi serokkomar re pêk bînin û wiha got:
“Em ê li ser çend mijaran biaxivin. Wan mijaran piştî hevdîtinê em ê daxuyaniyeke nivîskî bidin û di wir de aşkera bikin. Di hevdîtinê de hemû bendewarî û tiştên bên kirin biaxivin. Bi qanûnê em derbasî merhaleyeke nû dibin. Divê pêvajo bi lêzgîn bê meşandin.”
Mîthat Sancar jî destnîşan kir ku aştî rêyeke dirêj e û wiha got:
“Ji bo li ser rê bimeşin jî hewcehî bi qanûnan heye. Bi qanûna çarçoveyî gava yekem a qanûnî hatin avêtin. Em ê pêşniyarên xwe bînin ziman. Her wiha em ê nêrînên xwe yên li ser piştî vî qanûnî gavên divê bên avêtin jî bînin ziman. Hê em neçûnê giravê. Em li bendê ne di demekê zû de biçin giravê. Ji bo rêveçûna pêvajoyê hewcehî bi desteyan heye. Piştî rapora MGKê qanûn bikevê meriyetê. Em ê ji birêz serokkomar re jî pêşniyara xwe ya divê ew qanûn di demekê zû de bikeve meriyetê, bikin.”
‘Piştî vê hevdîtinê divê em bi Ocalan re hevdîtinê bikin”
Pervîn Buldan diyar kir ku piştî hevdîtina bi serokkomar re ew li bendê ne di demekê zû de biçin Girava Îmraliyê û ev tişt anî ziman:
“Piştî vê hevdîtinê divê di demekê zû de bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin. Piştre li ser desteya li meclisê bê avakirin bi birêz Numan Kurtulmuş re hevdîtin bikin. Lê ji bo hevdîtinan hê plansaziyek tune ye. Lê beriya qanûn bikeve meriyetê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa û divê bikeve meriyetê. Bendewariya civakê jî ew ê em ê van bînin ziman. Divê ji aliyê hiqûqî ve gav bên avetin.”
Qanûna Çarçoveyê ji bo pesendkirinê ji Erdogan re hat şandin
Pêşnûmeya bi sernava "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya weke “qanûna çarçoveyî” tê zanîn ji bo erêkirinê di 12ê Tebaxê de pêşkeşî Erdogan hatibû kirin.
Di 10ê Tebaxê de li Lijneya Giştî a Parlamentoyê di dengdanê de 467 parlamenteran dengê "erê", 87an dengê "na" dabû û 7 parlamenter jî bêalî mabûn.
(FY/AY)