Qanûna Çarçoveyê ji bo pesendkirinê ji Erdogan re hat şandin
Qanûna Çarçoveyê di 10ê Tebaxê de li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê hatibû pejirandin. Qanûn ji bo pesendkirinê ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hat şandin.
Pêşnûmeya bi sernava "Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya weke “qanûna çarçoveyî” tê zanîn ji bo erêkirinê pêşkeşî Erdogan hat kirin.
Di 10ê Tebaxê de li Lijneya Giştî a Parlamentoyê di dengdanê de 467 parlamenteran dengê "erê", 87an dengê "na" dabû û 7 parlamenter jî bêalî mabûn.
Pêşnûmeya “pêvajoyê” li Parlamentoyê hat qebûlkirin
11 Tebax 2026
Qanûna Çarçoveyê ji 12 madeyan pêk tê, bi wê armancê hatibû amadekirin ku ji bo pêvajoya çareseriyê, bingeheke hiqûqî ava bike.
Ji bo yasaya ku ji parlamentoyê derbas bûye were sepandin divê Erdogan wê erê bike.
Li Parlamentoyê kîjan partiyê ji bo pêşnûmeya “pêvajoyê” çi deng da?
11 Tebax 2026
Piştî erêkirina Erdogan, dê yasa di Rojnameya Fermî de were weşandin û bi awayê fermî dest pê bike û piştî ku yasa ket dewrê dê ew mekanîzmayên ku di Yasaya Çarçoveyê de hatine destnîşankirin dest pê bikin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.