Rojnameger Hazar Dost û Kayhan Ayhan hatin desteserkirin
Li Stenbolê şeva Duşemê du rojnameger hatin desteserkirin. Hazar Dost ê ku lêkolînên wî di platforma nûçeyan a dîjîtal û serbixwe Ortakê de tên weşandin, êvarê ji ber çalakiyeke ku tê îdiakirin di sala 2018an de beşdarî bûye, hat desteserkirin.
Nûçegihanê rojnameya BirGunê Kayhan Ayhan jî li Stenbolê di mala xwe de hat desteserkirin. Hat zanîn ku Ayhan bi tohmeta ku “Agahiyên xapînok di nava gel de belav kiriye” hatiye desteserkirin û ew birine Rêveberiya Emniyetê ya Stenbolê.
Rojnameger Doğu Eroglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Dost li taxa xwe di firoşgeha fêkî û sewzeyan de, ji aliyê çar polîsan ve hatiye desteserkirin.
Eroglu di parvekirina xwe de da zanîn ku sedema desteserkirina Hazar Dost, “kêmasiya îfadeyê” ya di dosyeyekê de ye ku berê dadgeha herêmî biryar li ser dabû lê dadgeha îstînafê ev biryar betal kiribû.
Eroglu diyar kir ku Dost sibeha Sêşemê dê li Edliyeya Kuçukçekmeceyê derkeve pêşberî dadgehê.
Nûçegihanê BirGunê Ayhan ji ber nûçeyên doza ÎBBê hat desteserkirin
Nûçegihanê rojnameya BirGunê Kayhan Ayhan jî desteserkirina xwe li ser hesabê xwe yê Xê bi peyama, “Polîs hatin mala min, ez têm desteserkirin” ragihandin.
Rojnameya BirGunê ragihand ku Ayhanê ku doza Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) ji danişîna yekem vir ve dişopand, bi tohmeta ku “Agahiyên xapînok di nava gel de belav kiriye” hatiye desteserkirin
Hat destnîşankirin ku Ayhan birine Rêveberiya Emniyetê ya Stenbolê ya li ser Kolana Vatanê.
(AEK/AY)