Rojnameger Hazar Dost û Kayhan Ayhan hatin desteserkirin
Rojnameger Hazar Dost, ji ber çalakiyeke ku di sala 2018an de beşdarî bûye, hat desteserkirin. Nûçegihanê rojnameya BirGunê Kayhan Ayhan jî li Stenbolê di mala xwe de hat desteserkirin. Ayhan desteserkirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi peyama "Ez hatim desteserkirin" ragihand.