Rojnameger Alîcan Uludag hat desteserkirin
Rojnameger Alican Uludag, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew hatiye desteserkirin.
Nûçegîhanê DW Tirkî Alican Uludağ di saet 14.41an de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî desteserkirina xwe bi peyama “Ez niha têm desteserkirin” ragihand. Heta niha sedema desteserkirina wî nayê zanîn.
Uludag piştî ku 90 roj girtî ma, di 21ê Gulanê de hatibû berdan. Herî dawî di 19ê Sibatê de li Enqereyê hatibû desteserkirin û ji ber 22 parvekirinên li ser medyaya civakî, bi îdiayên "heqaretkirina li Serokkomar", "bi qestî belavkirina agahiyên xapînok" û "bi eşkereyî biçûkxistina hikûmeta Komara Tirkiyeyê û dezgehên darazê yên dewletê" derbarê wî de doz hatibû vekirin.
Pêvajoya vê dozê hê jî li 26emîn Dadgeha Cezê û Asliyeyê ya Enqereyê berdewam dike.
Di danişîna yekem de Alîcan Uludag serbest bû
21 Gulan 2026
(HA/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.