Di danişîna yekem de Alîcan Uludag serbest bû
Nûçegihanê DW Tirkî Alican Uludag di roja 90î ya girtina xwe de derket pêşberî dadger.
Ji ber 22 parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî, bi tohmetên ku "heqaret li Serokkomar kiriye", "bi zanatî agahiyên xapînok di nava gel de belav kiriye" û "bi eşkere hikûmeta Komara Tirkiyeyê û dezgehên darazê yên dewletê piçûk xistiye" doz lê hatibû vekirin. Danişîna dozê li 26emîn Dadgeha Cezê û Esliyeyê ya Enqereyê pêk hat.
Ji ber ku dadwerê dadgehê bi destûrî bû, Wezareta Dadê dadgerekî nobedar/yedek ji bo danişînê wezifedar kir. Danişîna ku diviyabû saet di 10.00an de dest pê bikira, saet di 14.30an de dest pê kir.
Nûçegihanê DW Tirkî Alican Uludağ hat girtin
Alican Uludag neanîn salona danişînê. Ew ji girtîgehê bi rêya Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parastina xwe ya li dijî îdianameyê bi vî awayî kir.
Li gora agahiyên ku MLSAyê ji danişînê ragihandine, parêzerên Uludag di salona danişînê de amade bûn. Serokê Baroya Enqereyê Mustafa Koroğlu jî daxwaz kir ku wekî parêzer tevlî dozê bibe.
Uludağ anî ziman ku ji ber SEGBÎSê ew tenê heyeta dadgehê dibîne û got ku ew dixwaze hemû salona danişînê bibîne; her wiha silav li xizm û hevkarên xwe yên rojnameger kir."
Dozger daxwaza berdewamiya girtina Uludag kir
Piştî parastin û axatinan dozgerê danişînê nêrîna xwe pêşkêş kir. Dozger derbarê daxwaza Baroya Enqereyê ya ji bo tevlîbûna dozê de, got ku biryar a dadgehê ye.
Dozger xwest ku girtina Uludag berdewam bike. Wekî hincet jî nîşandana delîlên berbiçav ên ku nîşan didin Uludağ sûcên li ser wî hatine barkirin kiriye û hûrgiliyên van çalakiyan pêşkêş kir.
Piştî daxwaza dozger a ji bo berdewamiya girtina Uludag, mafê axaftinê dan Alican Uludag. Ulıdag got ku hêmanên sûc bi rengekî berbiçav nehatine nîşan dan.
Uludag got: “Dozger behsa hêmanên sûc dike lê belê vê yekê bi têgehên berbiçav rave nake. Ger derbarê rojnamegerekî ku 90 roj in girtî ye de biryarekî wiha were girtin, ez gotinekî ku bibêjim nabînim.”
Piştî navberê dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kir û biryara tehliyeya Uludag da.
(HA/AY)