Polîsan bi awayeke deryasayî gelek caran di sîstema xwe de Gulistan Doku lêkolîn kirine
Li Dêrsimê xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê di Kanûna Paşîna 2020an de wenda bû û heta niha jî agahî jê nayê stendin. Di çarçoveya lêpirsîna Dokuyê de hin detayên din derketin holê.
Di 27ê Tîrmeha 2026an de di çarçoveya lêpirsîna Dokuyê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî a Erzîromê ve tê birêvebirin, 18 kes hatibûn desteserkirin. Hema bêje tevahiya wan polîs bûn. Diyar bûye ku van kesana li ser sîstema emniyetê POL-NETê derbarê Dokuyê de bi awayekî derqanûnî lêkolîn kirine.
Li gorî belgeyên ku ketine dosyaya lêpirsînê, hat diyarkirin ku polîsên hatine desteserkirin di mehên beriya windabûna Gulistan Dokuyê û roja ku winda bûye de, di agahîdank (database) a emniyetê de gelek caran derbarê Dokuyê de lêgerîn kirine.

Li gorî nûçeya nûçegihana JinNewsê Şehrîban Aslanê beriya windabûna Gulistan Dokuyê, di 25ê Mijdara 2019an de, polîsekî bi navê M.K., ku li Ofîsa Cihê Malê ya Daîreya Polîsan a Dêrsimê dixebitî, saet li 16:14an bi karanîna sepana modela ewlehiyê ya POLCEPê bi hejmara nasnameyê ya Komara Tirkiyeyê ya Gulistan Doku pirsî ye. Her wiha derket holê ku heman polîs di navbera saet 08:08 û 08:47an de çar caran û di 4ê Kanûna Pêşîn a 2019an de jî saet li 17:49an carekê li ser sîstemê jêpirsîna Gulistan Doku kiriye.
Lêgerîna derqanûnî
Di belgeyê de tê gotin ku polîsekî din ê bi navê C.S., diyar kiriye ku Gulistan Doku di 4ê Kanûna Paşîna 2020an, saet li 22:41an, rojek beriya winda bibe di pergalê de lêgerîn çêbûye.
Polîs E.B., ku li midûriyeta polîsan a Dêrsimê dixebite, di 5ê Kanûna Paşîna 2020an de, roja ku Dokuyê winda bûye, saet di 23:35an de, li ser pergalê bi hejmara nasnameyê lêgerîna Gulistan Dokuyê kiriye û balkêş e ku li wêneyên karta nasnameyê, belgeya ajotinê, ewlehiya taybet, eşkaliya krîmînal û wêneyên pasaportê nihêrî ye.
Di belgeyê de her wiha tê gotin ku E.B., di heman rojê de gelek caran li ser sîstemê lêgerîna Gulistan Doku pêk aniye.
Di lêpirsîna Gulistan Dokuyê de ji bo waliyê berê Sonel û du kesên din cara duyem biryara girtinê hate dayîn
Çi bûbû?
Gulîstan Dokû, xwendekara zanîngeha roja 5ê Kanûna Paşiya 2020an venagere wargeha ku lê dimîne.
Hevalên Dokûyê yên wargehê piştî nikarin têkiliyê bi Dokûyê re daynîn serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin û malbata wê agahdar dikin.
Malbata Dokûyê tên bajêr û di 6ê Kanûna Paşiyê de serî li Rêvebiriya Emniyeta Dersîmê didin ku keça wan wenda bûye.
Polîsan ji bo Gulistan bê dîtin bi hevalên wê re hevdîtin dike, sînyalên telefona wê dişopîne û qeydên MOBESEyê yên bajêr lêdikol in.
Di lêkolînan de diyar dibe ku Dokû di saet 11.29an de li wêstgeha wesayîtan ya Kolana Ataturkê li wesayita ku diçe zanîngehê sûwar dibe.
Piştre îfadeya seyaqê wesayîtê tê girtin ku seyaq dibêje ew nizan e Dokû li kîderê li wesayîtê peya bûye.
Piştî îfadeya seyaq hatiye pêşbînîkirin ku Dokû li ser Pireya Sari Saltûk peya bûye ku li wir jî kamera tune ye.
Jinan û malbata Dokûyê ji bo ku Gulistan bê dîtin têkoşiyan e. li ser vê yekê biryara valakirina bendavê hatiye girtin.
Di 17ê Hezîrana 2020an de ji bo ku Zeynal A. weke gumanbar were girtin daxwazname ji bo Serdozgeriya Komarî a Dersîmê hatiye dayîn.
Piştî 6 salan di çarçoveya lêpirsînê de di 13ê Nîsana 2026an de 13 kes hatin desteserkirin.
Kesên hatin desteserkirin ev in:
"Zeinal Abakarov, Engin Yucer (zirbavê Zeinal ku polîsê berê ye), Cemîle Yucer (dayika Zeinal), Ugurcan Açikgoz (hevalê Mûstafa Turkay Sonel), Erdogan Elaldi (Wê demê xebatkarê Îdareya Taybet a Bajar bû), Mûstafa Turkay Sonel, Gokhan Ertok (polîsê berê bû ku hatibû îxrackirin, di pêvajoya lêpirsîna der heqê walî û parastvanê wî de eleqeya wî hebû;), Savaş Gulturk (Kesê ji kamerayên Zanîngeha Munzurê berpirsyar), Suleyman Onal (kesê li Zanîngeha Munzurê ji kamerayan berpirsyar), Celal Altaş, Nûrşen Arikan, Şukru Eroglû (Parastvanê walî Tuncay Sonel).”
Her weha di çarçoveya lêpirsînê de di 21ê Tîrmehê de di serdegirtinên malan de 3 bijîşk, hemşîreyek, peywîrdarek karên agahiyan, 5 personelên berhevkirina daneyan, Handan Sonel, hevjîna waliyê berê yê Tunceliyê Tuncay Sonel, xwediyê şîrketek teknolojiyê ku tê gotin mudaxileyî telefona Dokuyê kiriye, karsazek û 2 cerdevan jî di nav de 15 kes hatin desteserkirin.
Di 27ê Tîrmehê Wezîrê Dadê Akin Gurlek daxuyanî dabû û gotibû ku “Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Dokuyê de, bi kordînasyona Serdozgeriya me ya Komarî ya Erzîromê û ji aliyê Fermandariya Cendermeyan a Bajarê Erzeromê ve li 15 bajaran bi awayekî hemwext li dijî 19 gumanbaran operasyon hat kirin. Li 21 navnîşanan lêgerîn hatine kirin û 18 gumanbar hatine desteserkirin.”
(EMK/AY)