Polîsan beriya mîtînga Ozgur Ozel a li Îzmîrê midaxele kir
Beriya mîtînga ku Serokê Giştî yê hilbijartî yê CHPê Ozgur Ozel wê îro li Îzmîrê li dar bixista, polîsan Meydana Cumhuriyetê bi barîkat û TOMAyan girt.
Li aliyekî polîsan destûr neda ku kes bikeve meydanê, li aliyê din jî saet li dorî 12.10an bi ava şid midaxeleyî welatiyan ku li ser Bulvara Cumhuriyetê kom bûbûn, kir. Hat ragihandin ku di dema midaxeleyê de hinek welatî hatine desteserkirin.
#Îzmîr | Beriya mîtînga Serokê CHPê Ozgur Ozel, polîsan bi TOMAyan midaxeleyî welatiyên kir pic.twitter.com/ebFCaRjYH1
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) May 26, 2026
Serokê CHPê Ozgur Ozelê ku piştî demekî kurt gihîşt qadê, li ser Bulvara Cumhuriyetê tevî welatiyan ber bi Meydana Gundogduyê ve dest bi meşê kir.
#Îzmîr | Mudaxaleya polîsan a li dijî welatiyên ku li ser Bulvara Cumhuriyetê kom bûne berdewam dike. Welatiyek derket ser TOMAyê. pic.twitter.com/RTqabABXe1
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) May 26, 2026
Îro hejmareke zêde ya hêzên taybet li qada mîtîngê hatine bicihkirin. Meydana Cumhuriyetê bi barîkat û TOMAyan hat dorpêçkirin. Polîsan dest bi midaxeleyê kirin. Gelek kes hatin desteserkirin.
Tevî vê dorpêçkirinê jî, alîgirên CHP'ê her ku diçe ber bi qada mîtîngê ve tên.
Alîgirên CHPê yên ku gihîştin qada mîtîngê, dirûşmeyên mîna “Wê roj bê û dem biguhere, AKP wê hesab bide gel”, “Kemalê xayîn”, “Serokê hilbijartî Serok Ozgur”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Serokê Ozgur, Tirkiyeya Azad” berz dikin.
(EMK/AY)
Wê bê nûkirin...