Polîsan beriya mîtînga Ozgur Ozel a li Îzmîrê midaxele kir
Polîsan bi ava şid êrîşî welatiyên ku ji bo mîtîngê li Bulvara Cumhuriyetê kom bûbûn kir. Di encama midaxeleyê de hejmarek welatî hatin desteserkirin. Serokê CHPê Ozgür Ozel ê ku hat qada mîtîngê, bi girseyê re ber bi Meydana Gundogduyê ve dest bi meşê kir.