Partî û saziyên Rojava: Divê temsîla Kurdan 40 parlamenter be
Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê dixwaze hilbijartinên “Meclisa Gel a Sûriyeyê” ji nû ve saz bike. Di vê çarçoveyê de ji bo kurdan kotayeke saz kiriye û dixwaze tenê 4 kursiyan bide kurdan. Li hemberî vê 24 partî û rêxistinên siyasî li Qamişloyê bi hev re daxuyanî da.
Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Lokman Ehmê, bi zimanê Erebî jî, ji aliyê Hevseroka PYD’ê Pervîn Yusuf ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku pêkhateyên Suriyeyê li bendê ne ku welatekî bi şirîkatiya rastîn were avakirin û ji bo vê yekê jî sud ji ezmûna Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku temsîla hemû pêkhateyên li Rojavayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de heye, bê girtin.
"Hikumetê hilbijartineke sexte ragihandiye"
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî hilweşandina rejîma Baas, rê vebûye ku qanûn û projeyên nijadperest werin betalkirin Sûriyeyek nû were avakirin.
Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo avakirina Suriyeyek nû ev yek pêwîstiyek e, lê hikûmeta Şamê guh nedaye van rastiyan û wiha hat gotin:
“Hikûmetê hilbijartinên sexte yên bi navê ‘Hilbijartinên Civata Gel a Sûriyeyê’ ragihandin. Di rastiyê de ev ji bilî pêvajoyeke tayînkirina pûç ku vîna dengdêran nabîne tiştek din nîn e. Ev ji nûve çêkirina mekanîzmayên tecrîdkirina neteweyî û siyasî ye. Her weha projeyên nîjadperest ên li dijî Kurdan teqez dike.
Ev yek bi rêya tayînkirina kesekî ji ‘Erebên Xemer (Kembera Erebî)’ wekî nûnerê Serêkaniyê li herêma Kurdî pêk hat. Bi vê yekê hewl didin nîşan bidin ku wekî rewşeke asayî li herêmê heye û encama projeyên guhertina demografîk nîn e. Ev yek teqezkirina li ser niyetên xirab ji aliyê hikûmeta Şamê ve ye.”
"Temsîliyeta Kurdan ya bi 4 kursiyan binpêkirineke eşkere ye"
Têkildarî temsîla Kurdan a li parlamentoya Suriyeyê, di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava 210 kursiyên parlamentoyê de sînordarkirina temsîliyeta Kurdan ya bi 4 kursiyan binpêkirineke eşkere ye û wiha domandin:
“Gelê Kurd li Rojavayê pêkhateyeke resen û dîrokî ye, rêjeya wê ji sedî 20 ê tevahiya nufûsa Sûriyeyê kêmtir nîn e. Îro bi rêya van tayînkirinên sîstematîk ji dengê xwe yê rastîn û mafê xwe yê hevpar di biryardana niştimanî de bêpar tê hiştin. Li ser vê bingehê em weke hêz û partiyên siyasî yên Kurdî, teqez dikin ku em van tayînkirinan bi her awayî red dikin. Em mekanîzmaya dabeşkirina niha wekî berdewamiya polîtîkayên nîjadperest a ku armanca wê windakirina doza Kurdî ye dihesibînin.”
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku divê temsîla Kurdan a di parlamentoyê de ji 40 kursiyan kêmtir nebe û wiha hat gotin:
“Ev yek li gorî rêjeya nufûsa rastîn a pêkhateya Kurd e. Em hişyariyê didin ku qebûlkirina her aliyekî siyasî yan civakî ji bo pejirandina van 4 kursiyên lawaz, dê bibe mînakeke dîrokî ya pir xeternak. Di pêşerojê de dê li ser vê yekê pişkên pêkhateya Kurd di hemû astên dewletê de yên weke postên serwerî, wezaret, saziyên dadwerî û dîplomatîk werin diyarkirin. Qebulkirina 4 kursiyan tê wateya biryara darvekirina siyasî li ser mafên me. Ev alî dê berpirsiyariya dîrokî ya vê kiryarê li pêşberî gelê Kurd hilgirin. Em ji rayagiştî re eşkere dikin ku kursiyên hatine dayîn nûnertiya vîna azad a Kurdî nakin, tu aliyekî Kurdî xwediyê desthilatdarî û wekaleteke gelêrî nîne ku vê yekê qebûl bike. ev yek xizmeta daxwazên gelê Kurd ji bo çespandina mafên xwe li Sûriyeyê nake”.
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirinr ku partî û rêxistinên Kurdî wê têkoşîna xwe ya aştiyane û gelêrî, bi hevkariya hemû hêzên demokratîk ên Sûriyeyê ji bo ferzkirina şirîkatîyeke niştimanî ya rastîn û destûreke nûjen ku mafên rewa yên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê diwehîmen, berdewam bikin.
Partî û rêxistinên ku îmzeya wan li bin daxuyaniyê ne ev in:
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)
- Kongra Star
- Partiya Kesk a Demokratîk
- Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê
- Partiya Komunîst a Kurdistanê
- Partiya Demokrat a Kurdistanî – Sûriye
- Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
- Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê
- Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
- Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê
- Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê
- Tevgera Nûjen a Kurdistanê
- Yekîtiya Kedkarên Kurdistanê
- Partiya Rêkeftina Demokratîk a Sûriyeyê
- Tevgera Çaksaziya Sûriyeyê
- Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
- Partiya Biratiya Kurdistanî
- Partiya Nîdal a Demokratîk
- Partiya Demokrat a Kurdistanî – Rojava
- Partiya Kombûna Niştimanî ya Kurdistanî li Sûriyeyê
- Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî)
- Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê
- Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)
- Şepêla Çaksaziyê ya Sûriyeyê
Nifûsa Sûriye û Rojavayê çend e?
Ji bo nifûsa îro ya Sûriyeyê reqema herî giştî 25–26 mîlyon e. Pêşbîniya UNFPAyê (Fona Alîkariya Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî) ya sala 2025an jî nifûsa Sûriyeyê wekî 25,6 mîlyon nîşan dide.
Li gorî pêşbîniyan li Rojavayê reqema herî berbelav di navbera 4 û 5 mîlyonî de ye. Ji bo Rêveberiya Xweser/Rojava, pêşbîniya nifûsê ya sala 2024an wekî 4,6 mîlyon hatiye tomarkirin.
Gava mirov li ser van her du hejmaran hesab bike, nifûsa Rojavayê nêzîkî ji sedî 18ê giştî ya nifûsa Sûriyeyê pêk tîne. Di parlamentoyeke ji 210 kursiyan de, li gorî rêjeya nifûsê para ku dikeve ser Rojavayê nikare ji 38 kursiyan kêmtir be. Li hemberî vê yekê, heke teqez bibe ku ji bo Kurdan tenê 4 kursî hatine veqetandin, ev yek tê wateya temsîliyeta di binê ji sedî 2yan de.