İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
Naverokên bi miftegotina
Sûriye
Li Rojavayê xwepêşandanên ji bo zimanê kurdî didomin
Li Girkê Legê, Kobanî û Hesekê li dijî biryara hikûmeta Sûriyeyê ya têkildarî zimanê Kurdî xwepêşandan hatin li dar xistin. Gelek xwendekar, dersdêr û malbat tevlî xwepêşandanan bûn.
9 Îlon 2026
Mezlûm Ebdî bû şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê
Serokkomarê Sûriyeyê Ahmed eş-Şara bi biryareke ragihand ku Mezlûm Ebdî weke şêwirmendê Serokkomariya Sûriyeyê hatiye tayinkirin.
28 Tebax 2026
“Mazlum Ebdî dibe şêwirmendê serokkomar û Îlham Ehmed jî dibe parlamenter”
Li gorî El-Mecelleyê, lihevkirina di navbera Şam û HSDyê de peywirdarkirinên siyasî, perwerdeya bi zimana kurdî û entegrasyona YPJê jî li xwe digire.
27 Tebax 2026
Sûriye/Rojava | Di entegrasyonê de qonaxa nû: HSD hat fesixkirin, Ebdî bi Şara re civiya
Mazlûm Ebdî ragihand ku HSD wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe hatiye fesixkirin û tevlî artêşa Sûriyeyê bûye. Her weha Ebdî piştre ji bo gavên din ên entegrasyonê bi Şara re civiya.
26 Tebax 2026
"Rayedarên Sûriyeyê û Îsraîlê, bi navbeynkariya DYAyê li Urdunê civiyan"
Li gorî nûçeya SANAyê di civînê de, kêmkirina rageşiya di navbera aliyan de û ji nû ve zindîkirina pêvajoya danûstandinan hatine gotûbêjkirin.
24 Tebax 2026
Wezareta Parastina Neteweyî: Li Ebu Zuhurê ti şandeyeke leşkerî ya Tirk tune bû
Wezaretê bang li Îsraîlê kir ku ji bo "aramiya Sûriyeyê û herêmê" êrişên xwe bi dawî bike.
20 Tebax 2026
Vecih Cuzdan
nûçe
Êrişa 'Ebu Zuhur'ê ya Îsraîlê tê çi wateyê?
Îsraîlê bi vê êrişê, rasterast peyamek da hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo berfirehkirina bandora xwe ya leşkerî û zêdekirina rola xwe ya li ser saziyên stratejîk ên li Sûriyeyê.
19 Tebax 2026
Vecih Cuzdan
Li Şamê teqîn çêbû: 2 kes mirin, 13 kes birîndar bûn
Teqemeniya destçêkirî ya ku xistibûn nav otobûseke rêwiyan teqiya.
7 Tebax 2026
“Kobanê semboleke cîhanî ya azadî û berxwedanê ye”
Di belgeyên fermî de nivîsandina navê Kobanî wekî 'Eynel-Ereb' hat protestokirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Kobanî nasname, dîrok, bîra kolektîf û semboleke cîhanî ya azadî û berxwedanê ye.”
10 Tîrmeh 2026
Partî û saziyên Rojava: Divê temsîla Kurdan 40 parlamenter be
24 partî û rêxistinên li Rojavayê, hejmara nûnerên Rojava yên ji bo parlamentoya Suriyeyê hatine diyarkirin red kir û diyar kirin ku nufusa Kurdan ji sedî 20 lewma divê nûnerên wan ên li parlamentoyê jî 40 bin.
20 Gulan 2026
Ehmed eş-Şara li Sûriyeyê efûya giştî derxist
Li gorî biryarnameyê, cezayên hinek sûcan bi temamî hatin rakirin û cezayên girtina hetahetayî jî heta 20 salan hatin kêmkirin.
19 Sibat 2026
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed ji bo beşdarî Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê bibin, çûn Almanyayê
Tê gotin ku Mazlûm Ebdî dê li konferansê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî re bicive.
13 Sibat 2026
DYAyê ji Baregaha Tenefê hêzên xwe vekişand
CENTCOM ragihandiye ku hêzên wan di 11ê Sibata 2026an de bi awayekî birêxistinkirî ji Baregeha Leşkerî ya Tenefê ya li Sûriyeyê vekişiyan.
13 Sibat 2026
Nêçîrvan Barzanî: Di avakirina Sûriyeyê de divê mafên Kurdan bê misogerkirin
"Hêviya me ew e ku ev gav ji bo avakirina Sûriyeyekî yekbûyî, garantîkirina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di destûra bingehîn de û pêkanîna aramiya li tevahiya herêmê bibe wesîle.”
30 Çile 2026
UNICEF: Ji Helebê 228 zarok gihîştin Rojava
Li gorî daneyên UNICEFê di encama êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê de 228 zarokên din jî ku bi malbatên xwe re koçber bûne, gihîştina bajarên Rojava.
16 Çile 2026
KCKê ji bo Heleb û pêvajoyê daxuyanî da
KCK’ê diyar kir ku êrişa li dijî Helebê hewldana xerakirina agirbestê ye, hewl tê dayin pêvajo were sabotekirin û êriş dê bi Helebê bisînor nemînin.
13 Çile 2026
Fransa: Em êrişên ku sivîlan hedef digirin bi tundî şermezar dikin
“Em bi DYAyê re di nav koordînasyonê de ne û hewl didin diyaloga di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de hêsan bikin.”
9 Çile 2026
Tom Barrack: Em li Helebê ji bo agirbestek mayînde dixebitin
“Ev agirbest destpêka karekî girîng e ji bo arastekirina rêyên cuda yên Sûriyeyê ber bi rêyeke hevbeş a ewlehî, berfirehî û aştiyeke mayînde ve."
9 Çile 2026
DEM Partiyê li meclise bang kir: Pêşî li êrişan bigirin
"Her guleya ku li Şexmeqsûd û Eşrefiyê li gel dikeve, di heman demê de li me jî dikeve. Heke Tirkiye dixwazê li Sûriyê tiştek erênî bike di serî de divê rê li ber van êrişan bigirê.
8 Çile 2026
Daxuyaniya Îsraîlê ya ji bo Helebê: Civaka navneteweyî deyndarê Kurdan e ku li dijî DAIŞê têkoşiyan
“Bêdengiya civaka navneteweyî dê bibe sedema zêdebûna tûndkariya rejîma Sûriyeyê.”
8 Çile 2026
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Îlham Ehmed: Hikûmeta Demkî li dijî Kurdan şer ragihand
Hevseroka Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Bakur Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmedê bertek nîşanî êrişên li taxên Kurdan ên Helebê da û ragihand ku li dijî Kurdan "şerê qirkirinê" hatiye ragihandin.
7 Çile 2026
Barzanî: Ji bo Sûriyeyê nenavendîbûn girîng e
Nêçîrvan Barzanî ji bo HSDê gotiye, "Wan hêzan qurbaniyên bêsînor dane û nikarin bi hêsanî çekan deynin, cilên leşkerî derxin û wekî kesan tev li nav xelkê bibin bêyî ku garantiya tevlîbûna wan hebe.”
3 Kanûn 2025
Hejmara qurbaniyan li Siwêdayê gihîşt 1895an
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku nasnameya 116 kesên din ên ku di meha Tîrmehê de ji aliyê hêzên girêdayî Wezaretên Parastinê, Wezareta Naxweyî û hêzên eşîran ve hatine kuştin, aşkere bû.
26 Tebax 2025
Wezîrê Enerjiyê yê Hikumeta Demkî ya Şamê çû Bexdayê
Tê gotin ku wê mijarên petrol û avê bi rayedarên Iraqê re guftugo bike.
12 Tebax 2025
Mazlûm Ebdî: Pêwendiyên me yekser bi Tirkiyeyê re hene
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî diyar kir ku li Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û dê guhertinên sereke çêbibin û got: “Sûriye neçar e di hundir de biguhere, dê guhertin çêbibe. Dê guhertineke bingehîn a nenavendî çêbibe. Ji bo hemû gel rola xwe bilîzin bingeh hatiye avakirin.”
5 Tebax 2025
Rapora NYyê ya Siwedayê: Nêzîkî 93 hezar kes koçber bûne
"Girtina bazar û cihê bazaran, zirar dayîna dikanan û talankirina wan, di serî de xurak gihîştina pêdiviyên bingehîn asteng dike û bêewlehiya xurakê hîn bêtir kûr dike."
22 Tîrmeh 2025
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Dİ 8 ROJAN DE HERÎ KÊM 1120 KES MİRİN
SOHR: Li Siwêdayê agirbest ket meriyetê
Piştî agirbestê, pevçûnên li herêmê rawestiyan û hêzên hikûmetê ber bi deverên derdora Siwêdayê vekişiyan. Di çarçoveya peymanê de rêveberiya Şamê malbatên Erebên bedewî yên li herêmê dijîn ji herêmê derdixe.
21 Tîrmeh 2025
Eş-Şera: Me ewlekariya Siwêdayê radestî komên herêmî û rêberên olî kir
Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Eş-Şera got, "Li cihê ku em bi Îsraîlê re bikeve nava şerek me berjewendiyên Sûriyeyiyan danî pêş."
17 Tîrmeh 2025
Hêzên Sûriyeyê li Siwêdayê qetlîam pêk anîn
SOHRê hêzên Sûriyeyê bi wê yekê tawanbar dike ku li bajarê Siwêdayê yê Durziyan sivîl qetilkirine. Li gorî nûçeya SOHR, hêzên Şamê çar sivîlên Durzî li mêvanxaneyekî û sê bira jî li bakurê bajêr li ber çavên dayîka wan ew kuştine.
16 Tîrmeh 2025
Li Şamê di dêrekê de teqîn çêbû: 20 kes mirin, 52 kes jî birîndar bûn
Li Şama paytextê Sûriyeyê di dêrekê de teqîn çêbû û 20 kes mirin û 52 kes birîndar bûn.
23 Hezîran 2025
Îsraîlê gef li Serokomarê Sûriyeyê Ahmed eş-Şara xwar
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê gef li Serokomarê Sûriyeyê Ahmed eş-Şara xwar û got, "Eger tu destûrê bidî hêzên dijminên Îsraîlê ku bikevin nava Sûriyeyê û metirsiyê bixin ser berjewendiyên ewlehiya Îsraîlê, tu dê berdêlekî giran bidî.." Wezîrê Karên Derve jî destnîşan kir ku hukumeta Sûriyeyê dixwaze Sûriyeyê bixe bin parastina Tirkiyeyê.
3 Nîsan 2025
Li Tartûs û Humsê 4 jê zarok 12 sivîl hatin qetilkirin
Êrîşên li Taxa Kerem ez-Zeytûn a Humsê û gundê Harf Binamra ya navçeya Baniyas a Tartûsê di raya giştî de rastî bertekan hatin. SOHRê hêzên ewlekarîyê bi herdu êrîşan tawanbar kir.
2 Nîsan 2025
1
2
3
4
5
...
10
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver