Ozgur Ozel ragihand: 28 endamên PMê îstîfa kirin
Tîma Meclîsa Partiyê (PM) ya Serokê Giştî yê hilbijartî yê CHPê Ozgur Ozel, biryar da ku îstifa bikin. Hat diyarkirin ku ev biryar ji bo ku di nav 45 rojan de kongreya awarte were çêkirin hatiye girtin.
Di PMa ku ji 60 kesan pêk tê de, daktina hejmara endaman a binê 40î, ji bo kongreya awarte pêk were, bes e.
Li gorî nûçeya ANKAyê, endamên Meclîsa Partiyê yên ku piştgiriya Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel dikin, biryar da ku îstîfa bikin. Li gorî vê yekê, ji PMa ku ji 57 endaman pêk tê, 28 endamên wê îstîfa kirin. Ev biryar, saet di 11.00an de ji aliyê berdevkê tîma Ozel, Parlamenterê Stenbolê Zeynel Emre ve hat aşkere kirin.
28 endamî îstîfa kir
Ji aliyê tîma Ozgur Ozel ve derbarê îstîfayan de agahî hat dayîn. Li gorî vê agahiyê, 28 endamên PMa CHPê îstîfaya xwe pêşkêş kirin.
Navên endamên PMyê ev in:
"Fethi Açıkel, Veli Ağbaba, Umut Akdoğan, Gamze Akkuş İlgezdi, Nurhayat Altaca Kayışoğlu, Ednan Arslan, Erbil Aydınlık, Turan Aydoğan, Aysu Bankoğlu, Nevaf Bilek, Cemal Canpolat, Devrim Barış Çelik, Ayşe Eser Danışoğlu, Deniz Demir, Adnan Demirci, Semra Dinçer, Zeynel Emre, Yunus Emre, Alirıza Erbay, Gürsel Erol, Gökçe Gökçen, Mehmet Akif Hamzaçebi, Neslihan Hancıoğlu, Özgür Karabat, Ulaş Karasu, Yıldırım Kaya, Sevgi Kılıç, Bülent Kuşoğlu, Rıfat Turuntay Nalbantoğlu, Aylin Nazlıaka, Hakkı Suha Okay, Faik Öztrak, Ali Öztunç, Oğuz Kaan Salıcı, Necdet Saraç, Müslim Sarı, Orhan Sarıbal, Selin Sayek Böke, Yaşar Seyman, Burhan Şenatalar, Berhan Şimşek, Sezgin Tanrıkulu, Tahsin Tarhan, Gamze Taşcıer, Yüksel Taşkın, Bülent Tezcan, Erdoğan Toprak, Seyit Torun, Mehmet Tüm, Ahmet Hakan Uyanık, Hasan Efe Uyar, Pınar Uzun Okakın, Aylin Yaman, Hüseyin Yaşar, Emre Yılmaz, Gökan Zeybek."
(EMK/AY)