Newroza 2023yan | "Her der Newroz, herdem azadî"
Fotograf: Helen Sarıgül - bianet
Li Stenbolê pîrozbahîya Newrozê bi pêşekiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve li qada Yenîkapiyê hate pîrozkirin. Di pîrozbahîya Newroza îsal de qada Yenîkapiyê tevî baranê tijî bû. Bi sedan mirovan di binê şiliyê de Cejna Newrozê pîroz kir.
Di 19ê Adarê de saet 09:30’an û pê de mirov kişîyane qada Newrozê a li Yenîkapiyê.
Ez jî cara pêşiyê weke rojnamegerekê çûm û min pîrozbahiya Newrozê şopand.
Ji rawestgeha Marmarayê ya Yenîkapiyê heta qadê polis bi çekên giran ketibûne rêzê. Ji bilî polîsan li serê rê wezîfedarên Partiya Keskparêz û Çepgiran jî hebûn û rê nîşanî mirovan didan. Di destpêka qadê de dû cîhên qontrolê hebûn.
Polîsan nehîştin hin al û flama bikevine qadê. Yek ji wan jî pankarteke li ser wê nivîsa “Kahrolsun ezen ulus!” (Bimre netewa serdest) hebû. Polîsan pêşiyê ew pankart di binê baranê de dane vekirin û di nav hev de axivîn. Paşê ji kesên ku ew pankart hildabûn, gotin: “Qedexeye, hûn nikarin bixin hundir.” Piştî demekê, polîsan dîsa ew pankart dan vekirin. Vê carê gotin, “Deynin li ser erdê.” Mirovan jî pankart di nava şiliya baranê de danîne li ser erdê û polîsan dîsa xwendin û gotin “Qedexe!”.
Piştî vê jî, polîsan mirov hêdî hêdî hildidane hûndir.
Ciwan di qade de bi kurdî diaxivîn
Piştî du xalên qontrolê, mirov ketin qadê û bi kelecan di bin baranê de li benda destpêka pîrozbahîya Newrozê sekinîn. Mirov kom bi kom sekinîbûn û û bi kurdî behsa hin tiştan dikirin. Hinekan jî govend girtibûn, him disitrîn û him jî dilîstin. Hinek bi malbadên xwe re hatibûn; dê, bav û zarok. Bi taybeyî zarok pir kêfxweşbûn. Hin malbatan zarokên xwe yên di piçekê de jî anîbûn qadê. Mirovan kincên netewî li xwe û xarokên xwe kiribûn. Di qadê de ji bilî ala û flamayên partî û rêxistinan, gelek kesan xwe bi rgenên kesk û sor û zer xemilandibûn.
“Erdogan îstîfa”
Hatina mirovan a ber bi qadê berdewam dikir û piştî demekê bernameya pîrozbahiyê destpê kir. Destpêkê sînevîzyonek hate nişandan. Sînevîzyon ji bo kesên ku di erdhejên 6ê Sibatê de li Mereşê û 10 bajarên din can dabûn hatibû amadekirin.
Dema ev sînevîzyon hate nişandan, weke ku berê haya hemû kesan ji hev hebe, bi yek dengî gotin, “Erdoğan îstîfa! Hikûmet îstîfa!”.
Dayîkên Aşitîyê agirê Newrozê vêxist
Li dû nişandana sînevîzyonê, Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin. Hevseroka rêxistina bajarê Stenbolê ya HDPyê Îlknûr Bîrol derket ser dikê û bixêrhatin li beşdaran kir. Bîrolê got:
“Em kedkar in, jin in, ciwan in, kurd in. Em gel in. Ew dibêjin qey me dikujin lê em her dem li ser piyan e. Em ê vê dewrê bigrin û yeke din vekin.”
Hevserokê Stenbolê yê HDPyê Ferhat Encû jî bi kurdî axivî û behsa hilbijartinê kir:
“Ew dibêjin qey yê HDPyê bigrin û me ji derveyî hilbijartinê bihêlin. Lê em ê têkoşînê bikin û ji wan hesap biprisin. Gelê Stenbolê ji bo hilbijartinê amade ye. Gelê kurd ji bo hilbijartinê amade ye. Gelê kurd û gelên din wê AKP û MHPyê bişînîn. Newroz pîroz be!”
Pişt re Hevserokê Partiya Keskparêz û Çepgiran Îbrahîm Akin axivî: “Em ê vê hikûmetê bişînin û komareke nû, ekolojîk û demokratîk ava bikin.”
Hevseroka Giştî ya HDPye Pervîn Bûldanê jî Newroz pîroz kir û got: “Rêkeftina AKP û MHP ne qedera meye. 14ê Gulanê wê bibe mîlad ji bo me. Em ê edalet û azadîyê di 14ên Gulanê de ragihînin.”
“Bijî Amedspor û faşîst Bursa!”
Piştî axavtinan piştivanên Amedsporê ya bi navê Koma Barikatê derkete ser dike û Newroz pîroz kir. Dema Koma Barîkatê derket, ji qadê sloganên “Bijî Amedspor û faşîst Bûrsa!” bilind bû.
Siyasetmedaran bi piranî derheqê hilbijartina 14ên Gulanê de peyam dan. Dema ku ew diaxivîn kesên li qadê bûn bêhtir govend digerandin û stran distirîn. Li qadê tişta ku min hest pê kir, mirov bihêvî bûn lê bêsebr jî bûn.
Di qadê de hin koman agir vêxistin û di dora agir de kom bûn. Hin kesan erbane û def anîbûn qadê û li wan didan û stran distirîn. Hin kom him bi cil û bergên xwe him bi stranên ku digotin him jî bi sloganên xwe gelekî bal dikişandin li ser xwe.
Li qada Newrozê ji bilî al û flamayên HDPyê û Partiya Keskparêz û Çepgiran alayên Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal jî hate hildan. Hin ciwanan yek ji van alan li paltforma qadê a heri bilind çikandin û heta dawîya Newrozê ew al li wir ma.
Ji bilî çendîn sloganan, sloganên ku herî zêde li qadê hatin berzkirin, ev bûn: “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jîyan, azadi”, “Biji Serok Apo.”
Gelek kes hatin desteserkirin
Heta dawîya pîrozbahîyê, mirov di bin wê baranê de li ser pîya bûn, bi zarokên xwe ve li qadê sekinin û neçûn. Di dawîya bernameyê de mirov hêdî hêdî ji qadê vekişiyan. Dîsa polis bi çekên xwe heta rawestgeha Marmarayê û metroyê li cihên xwe bûn. Mirov ji kiryarên polês û ji nêrînen wan aciz bibûn. Keçikekî ji hevalê xwe re digot; “Gelo ez wisa dibînim an bi rastî jî ev polîs wekî ku dixwazin min bikûjin. Çima?”
Pişti pirozbahî qediya li derveyî qadê heri hindik 60 kes hatin desteserkirin. Lê duh di saetên şevê de ev hejmar zêde bûbû. Di nav wan de zarok jî hebûn. (HS/FD)