Fotograf: Roza Yiğit - bianet
Newroza Amedê ku her sal bi coşeke mezin tê pîrozkirin, îsal ne bi coş lê bi girseyîyekî mezin hat pîrozkirin. Rojeva Newroza Amedê erdhej û hilbijartin bû. Ji ber erdhejê rengê platforma îsal reş bû sersaxî ji bo qurbaniyên erdhejê bû.
Bila serê gelê me sax be..
5 deriyên Qada Newrozê hebû yek ji wan deriyan ê protokolê bû. Protokol, rojnameger û gel piştî di 3 xalên lêgerînê yên cuda re encax karibûn derbasî qada Newrozê bibin.
Polîsan di navbera qada Newrozê û qadê de du rêz bargiran danîn û têlên 5 metre bilind di navbera bendan de danîn. Li ber têlan hejmareke zêde polis hatin bicihkirin. Ketin û derketina qada Newrozê weke îşkenceyê bû.
Şûr û mertalên wan amade bûn
Qada Newrozê bi hesinan hatibû dorpêçkirin. Polîsan tehemûla qerebalixiya Newrozê nekirin û hatin ser dika Newrozê jî. Şûr û mertalên wan amade bûn.
Li aliyekî wêneya Mahsa Jîna Emînî ya ku li Îranê hatibû qetilkirin û li aliyê din jî posterê Kemal Kurkutê çend sal berê di Newrozê de hatibû qetilkirin, li orta mêydanê û li hemberî hev bûn.
Agirê Newrozê bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” hat vêxistin.
“Diren ha Diyarbekir diren”
Sîyasetmedar jî banga xwe ji ser sehnê kirin: Ev serdem wê bibe roja azadiyê, Em bi biryar in ku vê faşîzmê tine bikin, dê ev zîhniyet bi dawî bibe, em ê bi agirê Newrozê biherikin ser sindoqan. Stran û slogan hatin gotin, mektûbên heps û zindanîyan hatirn xwendin.
Li nav qadê def û zirne tûnebû lê hin komên ciwan hebûn ku bi dîlanê direqisîn û tenê bi dengê xwe bê def rîtmek diafirandin. Dengê mûzîkê tenê ji sehneyê dihat, ew jî ne ji bo kêfê bû.
Tevî hemû astengiyên li xalên têketinê jî rengên kesk û sor û zer li qadê bû.
Ciwanan li qadê bi şal û posterên Amedsporê ku rastî êrîşên nîjadperestan hatin, peyama piştgirî û piştevaniyê dan Amedsporê. Di destên wan de alên Amedsporê hebûn û bi kurdî û tirkî sloganên, "Gelê Amedê li vir e", "Amedspor ne bi tenê ye", “Bijî Amed bijî Amedspor” berz dikirin û strana "Diren ha Diyarbekir diren" ya bi tirkî distirandin.
Pankartên bi alên Herêma Kurdistanê yên bi wêneyên pêşengên kurdan Mele Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed, Seyit Riza, Celadet Alî Bedirxan û Şêx Seîd jî li qadê bûn.
Sloganên "Jin Jiyan Azadî", "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Amedspor", “Bê Serok Jiyan Nabe” berz dibû, kêm caran slogana “Bê Ziman Jiyan Nabe” berz dibû.
Û polîs cardin hatin ser dikê bang kirin: “Saet 4 e divê hûn qada Newrozê bi lez û bez vala bikin.” Herkes çû pankartên Tahir Elçî û Kemal Kurkutî li qadê man.
Newroza Amedê, Fînala Newroza 2023an, bi dawî bû. (RY/FD)