Li ser erdhejên Mereşê re 57 roj derbas bûn. bi hatina meha Remezanê re, gelo kesên rojiyê digirin di çi rewşê de ne? Gelo di konbajaran de remezan bi çi awayî derbasdibe, rewşa jin û zarokan çawaye, yên ku rojîyê nagirin dikarin xwarinê bidest bixin?
Hevseroka rêxistina bajarê şarê Semsûrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hayrîye Korkmaz û ji Bazarcixê, navçeya Mereşê rojnameger Payîz Adiguzelê, li ser rewşa rojane û meha remezanê ya li konbajaran pirsên me bersivandin.
Li gorî Korkmaz û Adiguzelê, di van demên dawiyê de bi taybetî ji bo zarok û jinan rewş her ku diçe dijwar dibe. Mijareke din a girîng jî ew e ku ji ber barana demsalê jîyan di konan de bêhtir zore.
Hevseroka rêxistina bajarê Semsûrê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hayrîye Korkmazê qala rewşa mexdûrên erdhejê yên jin kir û got: “Pêdiviyên mexdûrên erdhejê yên jin, di meha Remezanê de li kona ku HDPyê û rêxistinên civaka sîvîl danîne, tên dabînkirin. Li Semsûrê rojê du caran xwarin tê belav kirin, yek ji bo fitarê, yek jî ji bo paşîvê. Nanê fitarê bi alîkariya Şaredarîya Bajarê Mezin a Îzmîrê ve tê belav kirin. Berêvaran jî xwarina paşîvê di qutîyên girtî de tên belav kirin. Du sê rojan carekî jî fêkî tê belav kirin.
Korkmazê her weha behsa konekî din jî kir ku Piştgiriya Feminîstan a ji bo Karesatê, ew danîye. Li gorî gotina Korkmazê, jin pêdiviyên xwe yên rojane ji wir peyda dikin. Korkmazê destnîşan kir ku li herêma erdhejê, pirsgirêkeke mezin heye ew jî makîneya kincşûştinê tine:
“Van rojan komeke biyanî ku ji Romanyayê hatîye makîneya kincşûştinê ya gerok digerîne û ev prisgirêk jî bi vî rengî çareser bûye.”
Komên biyanî mitbexên gerok jî amade kirine
Korkmazê got ku ji bilî jinên rojîyê digrin yên rojînegir jî hene: “Yên ku rojîyê nagirin, beriya Remezanê bêhtir xwarin peyda dikirin. Bi destpêka meha Remezanê re, komên biyanî di mitbaxên gerok de xwarinê çêdikin û li mirovên ku rojîyê nagirin belav dikin.”
Li aliyê din, zarok di parkên zarokan, qadên boyaxkirin û cihên rûniştinê yên ku ji aliyê Koordînasyona Krîzê ya Zarokan a Amedê ve hatine avakirin de bi hevalên xwe re jiyana xwe didomînin. ji ber ku zarok nikarin biçin dibistanan jî li van qadan wextê xwe derbasdikin.
"Berpîrsîyara malbatê di konan de jî li ser pişta jina ye"
Rojnameger Payîz Adiguzel jî ev demek e li herêmên erdhejê ye. Vê gavê li Mereşê ye. Wê jî got ku dîyar kir ku bi taybetî rewşa jinên herêma erdhejê her ku diçe xerabtir dibe:
“Li vê herêmê bi gelemperî elewî dijîn. Şaredariya Silopyayê li Bazarcixê xwarinê belav dike wekî pêşîya meha Remezanê. Wekî din bi taybetî rewşa jinan ne baş e. Ji bo ku berpîrsîyara malbatê di konan de jî li ser pişta jina ye. Jin nikarin bighêjine pêdivîyên paqijîyê.”
Adiguzelê got ku di van demen dawîyê de êdî alîkarî qet nayê û banga alîkariyê kir. (HS/FD)