Fotograf: Canva
Bi pêşketina teknolojîyê ve dîjîtalîzasyon êdî di her waran de derdikeve pêşîya me. Di qada perwerde, ragihandin, tenduristî, xizmetguzarî û hunerê de bandora dîjîtalîzasyonê bi rengekî berbiçav xuya dike. Her wiha bandora dîjîtalîzasyonê li weşangerîyê jî dike. Li gorî hin nêrînan, bi hatina e-pirtûkê ve, pirtûkên çapkirî wê ji holê rabin.
Di serdema teknolojîyê de gelo siberoja weşangerîya kurdî çawa ye? Gelo weşanxaneyên kurdan ji bo vegûherîna dîjîtal amade ne? Li pêş weşanxaneyên kurdan de di warê dîjîtalîzasyonê de çi pirsgirêk an jî astengî hene? Weşanxaneyên kurdî bersîvên van pirsan dan.
Avesta: “Amedebûn ne tiştekî zehmet e
*Abdullah Keskin, Fotograf: Murat Bayram
Xwedîyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn got ku li Ewropayê tiraja pirtûkên çapkirî zêdetir bûye, kêmtir nebûye û e-pirtûk jî ku qasî tê behskirin bicîh nebûye: “Li Ewropayê bingehek heye ji bo e-pirtûkan, lê li vir weşanxane bi giştî hinekî bi mesafe ne.”
Keskînî destnîşan kir ku hejmarên li Tirkîyê yên e-pirtûkan hindik in û got ku ji bo e-pirtûk bicih bibin belkî sed an jî du sed sal lazim e. Keskînî diyar kir ku pirtûk wekî çandê di dîroka mirvohîyê de bi cîh bûye û ew bawer nake zû bi zû ji holê rabe. Wî çapa taybet a Ulysessê mînaka vî tiştî da.
Keskînî got ku ji bo dijitalîzasyonê amadebûn ne tiştekî zehmet e û wiha pê de çû: "Di vî warî de dîjîtalîzasyon ji çapkirinê gelekî hêsantir e. Dûdilîya wan ew e ku qopîkirina wê gelek hêsan e û di şertên îro de mimkûn nîne ku ew bikaribin rê li ber bigirin.
“Wek Avesta em amadene ji dîjîtalîzasyonê re. Ji ber ku Avesta dema nû ava bibû, me bi offsetê dest pê dikir. Kompîtira me ya destpêkê û a niha ferqeke gelek mezin navberê de heye. Karê berê me ji bo pirtûkekê dikir niha belkî salekî em nakin. Kar, bi awayekî teknîkî hêsantir bû.
“Lê di meseleya dîjîtalîzasyonê de problema kurdî zêdetir e. Ji ber ku kurdî demeke dirêj, teqrîben nêzîkî sed sal e qedexe bû. Bi dizî tekstên kurdî dihatin weşandin. Ji bo nivîsekê, pirtûkekê, kovarekê mirov dihatin girtin.
“Ji ber mijara qorsanê em dudulî ne”
“Niha hemû pirtûkên me wekî e-pirtûk hema bêje amadene. Lê em hê jî disekinin ku ev pîyase hinekî zelal be, piçekî standardek çêbe û bêhtir meriv bikaribe bi rêyên din yên teknîkî rê li ber qorsaniyê bigre. Di şertên niha de tu e-pirtûkekê bistînî jî nestînî jî bi her awayî tu belav dikî. Tu qet nikarî vê rêyê li ber bigrî. Em ji bo wê, hinekî dudilî ne. Em dibêjin ji bo e-pirtûkê em hinekî din jî bisekinin. Bi heman awayî ji bo pirtûkên bideng jî me zû de bi deverekî re li hev kirîye, em ê di heman demê de pirtûkên bideng çêbikin.
“Belkî ji bo nifşê niha ne, ji bo nifşeke din, dema ku şert baştir bûn em ê destpê bikin dîsa. Ji bo e-pirtûkan gelekî zûye. Dema hûn li Tirkîyeyê hejmara dibînin hêvîyek nade hê. Bi her awayî em ê di demeke kurt de hin kitêba wek e-pirtûk û pirtûkên bideng belav bikin.”
Nûbihar: “Me beşeke mezin a arşîva xwe jî wek e-pirtûk veguhest”
*Süleyman Çevik, Fotograf: Nûbihar
Xwedîyê weşanxaneya Nûbiharê Sûleyman Çevîk jî mîna Abdûllah Keskînî difikire. Li gorî nêrîna wî jî di siberojê de dîjîtalîzasyon zêde be jî pirtûkên çapkirî demeke dirêj ji holê ranabin û niha xwendevanên kurdî ji bo dijîtalîzasyonê tam amade nînin:
“Ji ber ku ev tiştekî modern e. Zêdetir xwendevanên kurdî li zanîngehan in. Ev kes bêhtir ji dîjîtalîzasyonê hez dikin, lêbelê di nav grûb û derdorên din de jî xwendevanên kurdî hene. Ji ber wê, mirov ji bo weşangeriya kurdî nikare rehet şîroveyek wisa bike.
“Wek weşanxaneya Nûbiharê salek zêdetir e em hem kovaran xwe hem jî pirtûkên xwe bi formata çapkirî re di heman kêliyê de wek e-kovar / e-pirtûk jî diweşînin. Di hejmara firotanê de hê e-kovar an jî e-pirtûk di asteke pir kêm de ye. Xelk hê jî bêhtir pirtûkên li ser kaxez yên çapkirî dixwazin.
“Me beşeke mezin a arşîva xwe jî wek e-pirtûk veguhest. Vê gavê ji 200î zêdetir berhemên me li ser Google ji bo xwendevanên kurdî amade ne.
"Weşangeriya kurdan weşangeriyeke îdealê ye"
Sûleyman Çevîkî dîyar kir ku rola aborîyê di weşangerîyê de pir girîng e û eger îmkanên aborî hebin, meriv dikarin vî karî bikin:
“Weşangeriya me kurdan weşangeriyeke îdealê ye. Her kes ji bo armanc û hedefan vî karî dikin. Heta niha bi fedakariyê meşiyaye, ji vir pê ve jî wê weha bimeşe. Digel gelek zehmetî û astengîyan, bi min, em karên baş dikin. Tu kêmasiya me ji weşanxaneyên îmkanên wan zêdetir in tuneye. Erê biqasî wan piyasa me û pereyê me tuneye, lê qalîta me jî ji wan ne kêmtir e.
“Bi min wê weşangeriya me weha li ser kaxez çapkirî dewam bike, lê wê dem bi dem lîmîta dîjîtalîzasyonê jî zêde bibe.
*Fotograf: Ferid Demirel
“Îro pirsgirêka girîng kêmbûna piyasa kurdî ye. Ev jî bi rewşa Tirkîyê ya siyasî ve eleqa wê heye. Heta zimanê kurdî nebe zimanê perwerdeyê, nebe zimanê bazarê, heta însan ji murdî pere qezenc nekin, weşanên me jî ji zor zahmetiyê xelas nabin û bi îmkanên kêm weşangeriyek bi dilê meriv jî pêk nayê.”
Lîs: “Nifşên nû wê hewl bidin ji amûrê dîjîtal bixwînin”
*Lal Laleş, Fotograf: Twitter
Xwedîyê weşanxaneya Lîsê Lal Laleşî bal kişande li ser pirtûkên çapkirkî û got ku weke hemû zimanan kar û barên dîjîtal bi awayekî ji awayan wê têkeve jîyana wan ya weşangerîyê:
“Bêguman pirtûkên çapkirî wê tu carî ji holê ranebin. Lê ku her diçe wê kêm bibe. Gelek kes hene ku ji kaxiz û berhemên çapkirî bixwazin ku rahejînin, bêhn bikin, bi awayekî ew kitêbê hîs bikin û bi wî awayî wê berhemê bixwînin. Lê dawîya dawî nifşên nû yên ku bi amûrên dîjîtal weke tablet, telefon hwd mezin bûne helbet yê hewl bidin ku ji wan amûran tiştan bixwînin.
“Bêguman ji ber rewşa kurdan a taybet bi awayekî fîzîkî xwînerên wê li cîhên ji hev cûda û bi sinor dijîn. Neçar ji xwe gelek kitêban bi awayekî wek PDF dîjîtalîze dikin û hevdû belav dikin. Wexta ku em behsa pirtûkên dîjîtal dikin em behsa e-pirtûkê dikin, ew tiştekî profesyonel e. PDFan li hev zêdedikin û sînoran ji navberê radikin. Ew sînorên li hemberê zimanê murdî ji holê radikin da ku gelek berhem ne bi awayê çapkirî wek PDF di nava mirovan de belav dibin.”
"Divê kurd di her warî de zimanê teknîkê zû biceribînin"
Laleşî dîyarkir ku weşanxaneyên kurdan ji bo dîjîtalizasyonê amadene û li gotinên xwe zêdekir:
“Di warê teknîkî de pêşketinên dinyayê bi awayekî zû li nav kurdan de jî belav dibin û êdî zimanê teknîkê zîmanê Îngilîzîye, zimanê aborîyê ye yani ji ber ku zimanê Îngilîzî esas jîyana aborîyê bi rê ve dibe û ser wî zimanî re alavên teknîk gelek îmkanan dide. Divê kurd di her warî de vî zimanê teknîkî zû biceribînin. Lê di vir de tişta herî kirîtîk ji ber pêla asîmîlasyonê tinebûn û kêmbûna xwîneran problema herî mezine heger dîjîtalbe jî, çapkirî be jî.
“Di warê dîjîtalkirina berhemên kurdî de weke teknîk tu asteng tuneye ji ber ku ew teknîk ji bo hemû zimanên cîhanê mirov dikare biceribîne û bikarbîne. Lê ev meseleyek aborîye. Eger guhdar an jî xwendevanên e-pirtûkê tune bin, sazî û şirketên ku wî karî dikin ji wir qezencekê bi dest nexin, bi awayekî domdirêje wê berdewam nekin.
“Niha hin hewldan hene. Ez hêvîdarim ew hewldan wê biser bikevin jî lê heta ku pirsa kurdî û mafên kurdan neyê çareser kirin, ev hewldan weke ezmûneke ji bo pêşerojê da ku şert û mercên ziman bikaribe bixwe îfade bike wê gavê tiştê başbibin. Ji bo îro ji ber ku weke xwendevan hindik in, bêguman tiştên teknîk mixabin biha ne. Ji ber vê yekê problema herî mezin ew e ku yên di zimanê kurdî de bixwînin û bidin bistînin kêmin." (HS/FD)