Fotograf - video: Helen Sarigül
Sifre li kolaneke dirêj û gelekî qelebalix tê danîn. Hin mirov li ser derenceyên pêşîya avahîyên xwe rûniştîne û tev li sifreyê dibin, hîn jî li ser pîya.
Li Stenbolê 11 sal in li Taxa Tarlabaşiyê, di meha Remezanê de sifreyeke piştgiriyê tê danîn. Koma Piştgiriyê ya Tarlabaşiyê vê sifreyê bi alîkariya xêrxwazan datîne.
Her yek ji cîhekî cida ê welat, ji çandeke cûda tên û hevdinasin. Paşê bi hev re kolanê paqij dikin da ku sifreyeke gelekî dilnizm raxin. Qet ne girînge reng û rûyê wan. Dest didin hev û xwarinê belav dikin. Dema ku zimanê hev nizanibin jî bibişirînekî hev fêm dikin. Ol û bawerî jî bê wateye di wê sifreyê de. Hemû kes ji bo yek armancê, ji bo parvekirinê li wê derê ne. Hemû kes li heman sifreyê rudinên û di yek rêzê de cîh digirin. Ji ber ku statû û meqam jî di sifreyê de bê wate ye. Yên ku di wê taxê de rûdinên jî tên beşdar dibine sifreyê.
Bal: "Em ê bi piştgiriyê ji bin xirbeyî derkevin"
Berdevkê Koma Piştgirîyê ya Tarlabaşîye Kadir Bal behsa vê xebatê kir bal kişande ser pêdivîyên koçberan:
“Me erdhejeke mezin derbaskir û gelek kesî can da. Îro di nav me de him mexdûrên erdehejê hem jî yên ku nasên xwe wenda kirine hene. Rihma xwedê li ser wan be. Lê birastî jî em hemû wekî bi hest û rihê xwe di bin xirbê de man.
“Em ê bi piştgirîyê ji bin vî xirbeyî derkevin. Wekî Koma Piştgirîyê ya Tarlabaşîyê em dibêjin, werin em hev tenê nehêlin, em hev ji destê kesên kirêt de bernedin û hev biparêzin. Ji bo piştgirîyê, Koma Tarlabaşîyê mînakeke piçuke. Ji kerema xwe hûn jî di mehle û kolanên xwe de sifreyên piştgirîye deynin û hev biparêzin. Bes bila piştgirî, hevaltî hebe, em dikarin ji binê hemû baran rabin.
“Em di her rojên şemîyê sifreyên xwe bi beşdarbûna koçber, bêmal, karker û xwendekaran radixin. Em bang li hemû gelê xwe dikine li ser sifreya xwe.”
Fatma Yavûza ku ev du salin bi hevalên xwe re beşdarî fitara Tarkabaşîyê dibe got:
“Ev sifreya fitarê ji bo min wateya Remezanê û rihê piştgirîyê nişan dide. Ev piştgirîya ku ji alîyê mirovên qenc ve hatîye lidarxistin, ji bo civakê hevîyê dide û herwiha piştgirîyeke bêhempaye jî. Ez dibêm divê teqez rêya herkesî bikeve Tarlabaşîyê û divê çîrokên wan mirovan guhdar bikin. Ev yek jî li meriv gelek tiştan zêde dike."
Tayyîbe Yeman jî dû sal in beşdarî sifreya piştgirîyê dibe. Yemanê hestên xwe wiha anî ziman: “Bi ahenga ku ji aliyê cihêrengiyê ve hatiye afirandin, gelên ji reng, çand û welatên cuda bi hev re çanda biratî û parvekirinê bi awayekî xweş nîşan didin.”
Piştî vekirina fitarê, dîsa hemû kes bi hev re sifreyê radikin û ji bo berdewamiya piştgiriyê û mijarên din sohbetan geş dikin. (HS/FD)